Li Hamburgê afîşa 'Rojbûna te ya 70'emîn pîroz be' hat daliqandin

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afîşa bi nivîsa "Rojbûna te ya 70'emîn pîroz be" hate daliqandin.

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatan bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê jî komek ji aktîvîstan, afîşa bi wêneyê Ocalan û nivîsa "Rojbûna te ya 70'emîn pîroz be" daliqand.

Di afîşê de her wiha işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Afîş li gelek kolanên navenda bajarê Hamburgê hatin daliqandin.

Aktîvîstên ku afîş amade kirin daxuyaniyek dan û gotin, "Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin û bi hezaran kes tevlî bûne, ji nedîtî ve tên. Divê tavilê dawî li vê bêdengiyê bê anîn û tecrîd bi dawî bibe û jiyana çalakgerên greva birçîbûnê bê parastin."