Li Hamburg û Zurîch jinan edalet xwest

Li Hamburg û Zurîch jinan edalet xwest

Jinan li bajarê Hamburg ê Elmanya û Zurîch a Swîsre ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin edalet xwestin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanya jinan di çalakiya Çarşemê ya her hefte di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn bi dirûşmaya “Hûn bêdeng in ji ber hûn sûcdar in” her hefte tê lidarxistin ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edalet hat xwestin.

Di mîtînga saet 17.00’an li Semta Altona pêk hat li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 609 roj in jin li edaletê digerin û ji dewleta Fransa hat xwestin ku komkujiyê ronî bike. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Fransa li ser esasê berjewendiyên xwe ji bo navbera xwe û Tirkiyeyê xera neke naxwaze dest bide qatilan. 

Di daxuyaniyê de Meclîsa Jinan a Rojbîn bal kişand ser trajediya mirovatiyê ya li Şengal bi taybet hovîtiya ku jin pêre rû bi rû tên. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qirkirina jinan sûcekî mirovatiyê ye û li dijî çeteyên DAIŞ banga yekîtiyê hat kirin.  

‘EM DIXWAZIN FÊR BIBIN KA SENARYOYA KOMKUJIYÊ JI ALIYÊ KÊ VE HAT AMADEKIRIN’

Bi heman armancê li bajarê Zurîch ê Swîsre ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Swîsre ve li ber Konsolosxaneya Fransa çalakiyek hat lidarxistin. 

Di çalakiya ku bi dirûşmayên “Em edaletê dixwazin” û “Ma bêdengiya we heta ku derê” du saetan dewam kir, pankarta ku wêneyên 3 jinên şoreşger li ser hat vekirin û dirûşmayên komkujiyê lanet dikin hatin gotin.

Ji Tevgera Jin Makbule Demîr got ku heta daxwaza wan a darizandina qatilan û berpirsiyarên komkujiyê were cih, wê li ber Konsolosxaneya Fransa çalakiyên xwe yên heftane bidomînin. 

Demîr wiha axivî: “Dema ew sê rêhevalên me yên jin bi hovîtî û nemerdane hatin qetilkirin em dixwazin fêr bibin ku ev senaryo ji aliyê kê ve hat nivîsandin. Divê Fransa bersivê bide vî dengî û van protestoyan.”

Demîr got ku wê wek jin şopdarên dozê bin.