Li Hamburg û Marsîlyayê ji bo sê siyasetmedarên jin çalakiyên nobetê

Li Hamburg û Marsîlyayê ji bo sê siyasetmedarên jin çalakiyên nobetê

Li bajarê Hamburg a Almanyayê û bajarê Marsîlya a Fransayê ji bo 3 siyasetmedarên jin yên kurd ku 9’ê Çile li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya nobetê pêk hat.

Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Rojbîn li Hamburgê li ber seferatxaneya Fransayê mîtîngek pêk hat.  Di Çalkaiya ku 8 hefteya rojên çarşemê pêk tê, daxwaza ronîkirina komujiyê tê kirin. di axaftinên hatin kirin de polîtîkayên dewletên Ewropayê hatin şermezarkirin û got divê Ewropa jî li gorî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin tevbigere.

Parlamentera Çep a Almanyayê Ulla Jelpke diyar kir ku hikûmeta Alman di komujiya Parîsê de bê denge û got hikûmeta Alman li şûna ku siyasetmedarên kurd ku xwedî mafê îltîcaya siyasîne, biparêze, wan wek sûcdar dibîne.

Di çalakiyê de ji b odu bernameyên ji bo Rojbûna Ocalan bang hat kirin. endamên Meclisa Jinan a Rojbîn  diyar kirin k udi 4’ê nîsanê de li Hamburgê li cadeya Mönckebergstrasse saet di  navbera 16 – 19’an de dê stand bê kirin û îmze bên berhevkirin.

Her wiha ciwanên kurd yên Hamburgê jî saet di 17’an de dê li Komeleya Çanda Alman a Kurd ya Hamburgê şahiyekî pêk bîne.

Li Marsîlyaya Fransayê jî vê çarşemê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat.  Jinên kurd li navenda Çanda Mezopotamya hatin cem hev û bi posterên hersê siyasetmedarên kurd 4 kîlometre rê meşiyan.

Endama tevgera jinan kurd ya Ewropayê di çalakiyê de axivî û got heta kujer neyên dîtin dê têkoşîn bidome û dê bê deng nemînin.