Li Hamburg, Freîburg û Roma 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Hamburg, Freîburg û Roma 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Ewropayê pîrozbahiyên 29’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa dewam dikin. 15’ê Tebaxê li bajarên Hamburg û Freîburg ên Elmanya û paytexta Roma Îtalyayê bi girseyî hat pîrozkirin.   

29’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Hamburg bi beşdariya bi sedan kesan hat pîrozkirin. Çalakiya ku li Volkspark hatibû plankirin, ji ber rewşa hewayê ya nebaş li Komeleya Çand a Kurd Elman a Hamburg pêk hat.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevgera Jin a Kurd a Ewropayê jî axaftin hat kirin. Di axaftinê de ku li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê hat rawestîn, hat destnîşankirin ku pêvajoya ji Pêngava 15’ê Tebaxê heta Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd di encama berxwedan û têkoşîneke mezin de pêk hatiye.  

Piştî axaftinê koroya zarokan derket ser dikê û her wiha li ber stranên hunermendên herêmî govend hat gerandin.  

Li Bajarê Elmanyayê yê Freîburg jî pîrozbahiya Pêngava 15’ê Tebaxê bi beşdarî bi sedan mirovan bi seyranekê hat lidarxistin. Ji bo cangoriyên Kurdistan ku deqîqeyekê rêz hat girtin di axaftinan de rewşa Rojavayê Kurdistan hat destgirtin. Di aktîvîteyê de ku ji bo piştgiriya Rojava bangawazî çêbûn namzetê parlementeriyê yê Dîe Lînke, Tobîas Pfluger jî axivî. Piştî Freîburg, Bêrîvan Arî û Semyan Adar stranên xwe pêşkêşkirin.

Gel li ber stranên hunermendan govend gerand.

Di aktîvîteyê de dirûşmayên  “Bijî Serok Apo” ku dihatin berzkirin, lîstika şano ya ji aliyê nûnertiya PYD’ê ya Freîburg hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin.

Li paytexta Îtalya Roma jî salvegera Pêngava  15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir siyasetmedarê Kurd Cemşîd Agirî axaftinek kir. Agirî, got ku ala berxwedanê ya Mazlum, Ferhat û Xeyriyan a di Zîndana Amedê de gerîlayan hilgirtiye û da xuyakirin ku 15’ê Tebaxê çirûska agirê ku  her der da berxwe ye. Agirî her wiha anî ziman ku şoreşa gel a li Rojava berhema Pêngava 15’ê Tebaxê ye.   

Piştî axaftinê sînevîzyona der barê Pêngava 15’ê Tebaxê û Rojava de hat temaşekirin. Pîrozbahî bi stran û muzîkên Koma Serhed û Serwet bi dawî bû.