Li Grazê bîranîna şehîdan

Şervanê bi navê Yûnûs Çelîk (Baz Agirî) ê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Graz hate lidarxistin. Di bîranînê de malbata Çelîk sersaxî qebûl kirin.

Di axaftinên bîranînê de hate diyarkirin ku gelê Kurd gelek berdêlên bi nirx dane, bal kişand ser têkoşîna heyînê didin meşandin.

Her wiha di axaftinan de bal kişand in ku “Wê têkoşîna şehîdan li erdê nemîne”, heta ku gelê Kurd bigihije azadiya xwe û Rêbertiya xwe wê têkoşîna xwe dewam bikin.