Li Graz û Brîghtonê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Graz û Brîghtonê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Graz û Brîghtonê çalakiyên ji bo Kobanê
Li bajarê Awûstûrya Grazê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, mîtîngek hat lidarxistin. Li bajarê Îngîlîstan Brîghtonê jî bi armanca balê bikişînin ser berxwedana Kobanê stand hat vekirin.
GRAZ
Li bajarê Avusturyayê Grazê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê duh saetên şevê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga saet 17.00’an li ber Şaredariya Graz destpê kir de têkildarî berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyan daxuyanî hatin dayîn. Girseyê pankartên, “Terora DAIŞ îro li Rojava, sibe li Ewropa”, “Ji bo terora DAIŞ êdî bes e” hildan.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku şoreşa Rojava alternatîfeke cidî ye ji bo pêşî pêşî li xitimandina Rojhilata Navîn veke ye û wiha hat gotin: “Ji vê modelê hin hêzên navneteweyî û çeteyan nerehet bûn. Tirkiye hîna jî van çeteyan piştgirî dike.”
Di axaftinan de hat diyarkirin ku li gel êrîşên çeteyan li Rojava hemberî gelê Kurd rîskên komkujiyan jî hene û daxwaza divê raya giştî ya navneteweyî ji bo dewleta Tirkiyeyê piştgiriya xwe ya bi çeteyan re qut bike hîn zêdetir bêdeng nemîne û piştgirî bide çalakiyên piştgiriya bi gelê Kurd re û pêwîstiya wê anîn ser ziman.
Mîtîng bi banga ji bo tevlîbûna çalakiya roja Înê li heman qadê bê lidarxistin bi dawî bû.
BRIGHTON
Li bajarê Îngîlîstanê Brîghtonê jî bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê standa vekirine ket roja duyemîn. Kurdistanî di çalakiya çar rojan dewam bike de hedef dikin ku hovîtiya DAIŞ a li Rojhilata Navîn ji raya giştî re ragihînin.