Li gorî hikûmetê, bîlançoya hewldana darbeyê

Serokwezîrê Tirk Yildirim li ser bîlançoya hewldana darbeyê agahî da. Serokwezîrê Tirk diyar kir 232 kes mirin e, ku 24 ji van darbekar in. Her wiha got, 7 hezar kes hatine binçavkirin, zêdeyî 300 kes hatine girtin.

Desteya Wezîran, piştî hewldana darbeyê li Qesra Çankayayê li hev civiya. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim piştî civînê daxuyanî da û li ser bîlançoya hewldana darbeyê agahî da.

Li gorî Bînalî Yildirim bi giştî 232 kes mirin e, 60 ji van polîs, 3 leşker, 145 sivîl û 24 darbekar in. Yildirim got, 1491 kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Tirk Yildirim da xuyakirin, ku zêdeyî 7 hezar kes hatine binçavkirin û got, "100 ji van polîs, 6038 jî leşker in. Ji binçavkiriyan 316 kes hatin girtin."

Yildirim her wiha ragihand, bi biryara HSYK endametiya 5 endaman hat betalkirin, 2745 dadger û dozger ji wezîfeyê hatin girtin, bi qasî 1500 wezîfedarên cemaweriyê ji kar hatine derxistin û ji bo 8777 xebatkarên Wezareta Karên Hundir jî ji kar bên derxistin, biryar hatiye dayîn.