Li gorî CIA 20.000 heta 31.500 endamên DAIŞ'ê hene
Li gorî CIA 20.000 heta 31.500 endamên DAIŞ'ê hene
Li gorî CIA 20.000 heta 31.500 endamên DAIŞ'ê hene
Li gorî texmînên saziya îstîxbaratê ya Amerîkayê CIA, rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a xwe weke Dewleta Îslamê (DÎ) ragihandiye, li Iraq û Sûriyeyê ji 20 hezar heta 31.500 şervanên xwe hene.
Ji berdevkên rêxistina îstîxbaratê ya Amerîkayê Ryan Trapanî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û li gorî lêkolîneke li ser hemû raporên çavkaniyên îstîxbaratê yên CIA ên di navbera Gulan û Tebaxê de, "Dewleta Îslamê li Iraq û Sûriyeyê xwedî 20 hezar heta 31.500 şervanane."
Trapanî diyar kir ku li gorî hesabên beriya vê "herî kêm 10 hezar şervan" dihat texmînkirin. Li gorî berpirsyarekî din ê CIA li Sûriyeyê 15 hezar "şervanên biyanî" hene. Tê gotin ku ji van 2 hezar ji welatên Rojava çûne. Rayedarê CIA yê navê wî nehat aşkerakirin, beşek ji kesên ji derveyî welat çûne tevlî DAIŞ'ê bÛne, lê hejmareke zelal di vî warî de nîne.