Li girtîgehên Wanê metirsiya belavbûna şewbê mezin dibe

Li gorî rapora têkildarî girtîgehên li Wanê hate amadekirin, hate diyarkirin ku metirsiya belavbûna şewbê zêde bûye, jiyana girtiyan di bin gefê de ye.

Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên ji OHD), Baroya Wanê, TUHA DER, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê, TÎHV, KESK, ÎHD, Komeleya Jinan a Starê, TJA, Çev-Der, Komeleya Lêkolînên Koçberan a Serhedê, Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê. bi hevre di derbarê girtîgehên Tîpa T, F, M û Ewlehiya Bilind a Wanê de rapor amade kir.

Nûnerên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk li avahiya TUHA DER'ê ya Wanê rapor xwendin. Nûnerên HDP, DBP û TJA û rêxistinên din jî amade bûn. Rêvebera Şaxa OHD'ê ya Wanê, Ekin Yeter, anî ziman ku li Girtîgehên Tîpa T û F yên Wanê malbat dema diçin ziyareta girtîgehan di wesayîtên komî yên li hundirê kampusê de mesafeya fîzîkî li ber çavan nayê girtin û li paqijîyê ne baldar in. Yeter, anî ziman ku lavaboyên di ketina girtîgehê de pir qirêj in û malzemeyên wekî sabûn û avê lê tune ne.

Yeter, destnîşan kir tedbîrên li dijî vîrûsê pir kêm in û wiha axivî: "Li 4 girtîgehan vîrûs di nava girtî û gardiyanan de belav bûne. Mafê girtiyan ê tenduristiyê pir bi sînor e. Tevî ku gelek agahiyên tenduristiyê bi personelan re tê parvekirin baldar û hesas tev nagerin. Girtî ji ber vîrûsê û sersariyê di bin rîskekî mezin de dijîn. Bi taybetî malzemeyeyên parastinê bi pereyekî zêde didin girtiyan. Karê dezenfekteya odeyan û girtîgehê bi rêk û pêk nayê kirin û baş nayê dezenfektekirin. Mixabin quralê ji bo şewbê li ber çavan nayên girtin.

Beriya hevdîtina malbat û parêzeran ode û salona hevdîtinê berê nayê dezenfektekirin. Di dema hevdîtinê, telefonê de maske û lepikan nadin wan. Dîsa mesafeya fîzîkî li ber çavan nayê girtin. Piştî saeta mesaiyê temasa girtiyan, perosnel û malbatan çawa tê venêrtin ne diyar e. Li gorî agahiyan her çend di personelên girtîgehê de vîrûsa Covid-19 pozitif derkeve jî nayê zanîn ku çiqas tên dermankirin û mafê tenduristiyê tê parastin. Li qawîşên girtiyan divê hefteyê carekê dezenfekte bê kirin. lê ev yek nayê kirin. Hefteyê tenê nîv lître ava cilşoyan didin girtiyan. Malzemeyên paqijiyê bi buhayî difiroşin girtiyan. Hefteyê 20 deqîqe mafê telefonê û mehê carekê mafê hevdîtina girtî diin girtiyan. Pêdiviyên wekî av û xwarinê yên bingehîn bê pere nadin girtiyan. Girtiyên ku 14 rojan dixin qerantînayê hin caran heta 30 rojan dirêj dibe. Li qawîşên 20 kesan hin caran heta 26-27 kesan dimînin.

Girtiya nexweş a kronîk û 68 salî piştî qerantînaya 3 mehan hêj nû avêtine odeya asayî.