Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafên mirovan

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê ragihand ku di sala 2019’an de li girtîgehên herêma Marmarayê serlêdanên 502 binpêkirina mafan serlêdanî saziya wan hatiye kirin.

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora binpêkirina mafan a sala 2019’an ku li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimîne bi civînek çapemeniyê ya li avahiya xwe eşkere kir. Parêzvanên mafê mirovan beşdarî civînê bûn û li eywana civînê dovîzên “Dawî li binpêkirinên mafê mirovan ên li girtîgehê bînin”, “Dawî li îşkenceya tecrîtê bînin” û “Bila girtiyên nexweş werin berdan” daliqandin. Raporê Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî xwend.

Yolerî diyar kir ku di sala 2019’an de ji 54 girtîgehan 502 serlêdanên mafên mirovan ji bo komîsyona wan hatiye kirin û di her serlêdanê de ji gilîkirina binpêkirina maf hebûn û ji ber vê yekê wan 2 hezar û 186 binpêkirin tespît kirine. Yolerî da zanîn ku îşkence û muameleya xerab li girtîgehan gihîştiye asteke cidî û got: “Hemû daxwaz û serlêdanên girtiyan tên redkirin. Îşkence li wan tê kirin û mafên wan tê binpêkirin. Bi taybetî mafê wan tenduristiyê tê astengkirin. Cezayên kêfî didin girtiyan û cezayên dîsîplînê li ser wan didin sepandin. Em banga hestiyariyê li saziyan dikin ku ji bo girtiyan bibin piştevan.”