Li girtîgehên Antalya û Sîncanê binpêkirinên mafan

Li girtîgehên Antalya û Sîncanê binpêkirinên mafan didome.

Cihê ku faşîzma AKP-MHP’ê herî zêde lê tê jiyîn girtîgeh e. AKP-MHP a ku nikare vîna girtiyan teslîmn bigire, dixwaze cil û bergê faşîzmê li wan bike. Zextên li ser girtiyan didome û girtî jî di warê berxwedanê de bi israr in.

LI GIRTÎGEHA TÎPA L A ANTALYAYÊ ÇI TÊ DIQEWIME?

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi riya xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê ji 6’ê Cotmeha 2015’an ve girtiye nameyek ji raya giştî, çapemeniyê û rêxistinên civaka sivîl re şandin û di nameyê de bal kişandin ser binpêkirina mafan. Girtiyan di nameyê de binpêkirinên mafan ên ji 15'ê Tîrmehê ve rû didin rêz kirine. Her wiha girtiyan aşkere kir ku pirtûkên nivîskar Firat Can bi hinceta “qedexeya pirtûkê" û bi hinceta "propagandayê" ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatine dayîn û di avêtina ser qawîşê de hatine desteserkirin. Girtiyan ragihand ku pirtûkên dersê nadin xwendekarên zanîngehê û ji ber stran û gerandina govendê cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn.

Nameya ku girtiyan şand wiha ye:

* Çûyîna nexweşxaneyan û revîrê qet pêk nayê. Yên diçin jî, piştî demeke dirêj şûnde wan dibin. Mafê tenduristî û xwegihandina derfetên dermankirinê hema bêje ne pêkan e.

* Bersiva daxwaznameyên girtî û hikûmwxaran nagihên me. Îddîanameyên der barê girtiyan de tên amadekirin ji ber ku di dema wan de nadin, mafê me yê parastinê tê sînorkirin û ji holê tê rakirin.

* Mafê hevdîtina telefonê 15 rojan carekê ye û ew jî 10 deqîqe ye. Heke hejmara lê tê gerîn meşgûl an jî girtî be, ne pêkan e ku tu careke din bigerî. Name di dema xwe de nayên şandin. Mafê me yê ragihandinê tê astengkirin.

* Pirtûkên ji me re tên nadin me. Pirtûkên ji aliyê malbatan ve tên şandin li gel der barê wan de biryareke komkirinê û qedexeyê tune ye jî, ji aliyê girtîgehê ve nayê qebûlkirin. Mafê me yê xwendin û xwegihandina zanyariyan tê astengkirin.

* Pirtûkên xwendekarên zanîngehê nadin wan. Mafê ezmûnan tê astengkirin. Mafê perwerdehî û hinkariyê yê xwendekaran bi temamî hatiye binpêkirin.

* Hevdîtina li gel malbatan ji 40 deqîqeyan daxistine 30 deqîqeyan. Hevdîtina vekirî ya mehê carekê bû, niha du mehan carekê ye û her wiha ji bilî xizman mafê me yê serdêran ê bi 3 kesan re heye, lê belê ew jî tê astengkirin.

* Hemû alavên pêdivî û jiyanî nadin me û tên astengkirin.

* Kapasîteyên qawîşan tije bûne û paqijkirin hawirdorê ji holê hatiye rakirin. Ev rewş rê li ber nexweşînên cuda vedike. Her tim ji hewşa me bêhn tê û ji bo ev bêhn bi dawî bibe tu xebatek nayê kirin.

* Ji çend mehan carek çalakiyên me yên wek şano, skeç, muzîk û çandiyî tên astengkirin. Ji ber stranên em distrên û govendê digerînin, der barê me de lêpirsînên dîsîplînê hatine vekirin. Mafê me yê qada futbolê û hevdîtina telefonê ji ber lêpirsînên der barê me de didin destpêkirin tên astengkirin.

* Lêgerîna odeyan roja mafê me yê çûyîna qada fûtbolê pêk tê. Werzîşa me zû xelas dikin. Lêgerîna li odeyan bi awayekî ku davêjin ser qawîşan de pêk tê. Kel û pelên me tên belavkirin. Dest datînin ser hin kel û pelên me.

* Nivîskar Firat Canê di qawîşa me de du pirtûk di girtîgehê de nivîsand û hatin weşandin. Pirtûka wî ya bi navê “Ûmûda Bîr Ulke" di 19’ê Tîrmehê de hat weşandin û li gelek fuarên pirtûkan hat firotin. Ev pirtûk bi hinceta “qedexeya pirtûkan” nadin nivîskar Can. Her çi qas nivîskar ji bo vê serîlêdan pêk anîn jî lê bersiv nehat dayîn. Di avêtineke ser qawîşê de pirtûka nivîskar Can "Mavî Ulke" a di 2013’an de hat weşandin bi hinceta “propagandayê dike" hat desteserkirin. Niha her du pirtûkên nivîskar jî nadinê. Wek dema Qirneya Navîn pêkanîna qedexekirina pirtûkan anîne.

ZEXTÊN LI GIRTÎGEHA JINAN A SÎNCANÊ

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk jî zextên li hin girtîgehan ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan re ragihand.

Zextên ku Çelîkê ragihandine ev in:

*Li girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê di lêgerîna qawîşa D-1’ê de gardiyanan dest danîne ser pirtûka bi navê “Jiyana Pêxemberê me Hz. Mihemed” ya ku qala jiyana Hz. Mihemed dike.

*Nexweşê Wernîcke Korsakoff ê ku bi navê Kemal Ozelmalı yê ku di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edeneyê de di warê tendirustiyê de astengiyên wî hene.

*Li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Şakranê parêzerên ku çûn hevdîtinê diyar kirin ku 5 girtî xistine “qawîşên qefesî”

*Li girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê rojnameya Evrenselê hate qedexekirin.

*Li girtîgeha Patnosê bi şev ji hoparloran muzîkeke dengê wê bilind tê vekirin.

TDÎ: BERXWEDAN DIDOME

Berdevka Demkî ya Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re (TDÎ) Umran Yûrdayol diyar kir ku desthilatdarî bi cilên yekreng dixwaze girtiyan teslîm bigire. Yûrdayol got ku, “Girtiyan çawa ku di sala 1980’yî de cilên yekreng çirandin ew ê dîsa vî tiştî bikin. Em ê jî hewl bidin di civakê de ji bo vî tiştî bihisyariyekê ava bikin.

TJA: DÛMAHÎKA POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bertek nîşanî biryara "Cilên yek tîp" da û anî ziman ku ev beryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. TJA, têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Biryar û pêkanîna cilên yek tîp rûmetê dişkîne. Mirovan kêm dixe. Em wekî TJA bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî vê pêkanînê dakevin kolanan û li kolanan bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”

TJA, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku cilên yek tîp hem rûmeta mirovan dişkîne û hem jî kêm dixe û bi vê yekê armanc dike ku bêtir mirovan bike koleyê xwe û vîna wan dîl bigire û wiha cih da daxuyaniyê: "Ev biryara 'cilên yek tîp' li dijî karneya masûmiyetê ye. Li dijî mafê mirovan û rûmeta mirohiyê ye. Îtîfaqa faşîst a serdestiya mêr ya AKP-MHP'ê dixwaze bi vê yekê pergala yek ziman, yek çand, yek reng, yek millet û yek tewletê li ser civakê ferz bike. Pergala cilên yek tîp wekî amûrê desthilatdariya siyasî li ser civakê dimeşîne. Dewleta AKP'ê ji bo temenê xwe dirêj bike serî li hemû rê û rêbazên tundî û dijmirovahiyê dide û mudaxaleyî jiyana mirovan a taybet dike. Ev hişmeniya mêrê serdest ê mîlîtarîst e. Faşîzma AKP'ê bi OHAL û rejîma KHK'yan li ser hemû civakê dixwaze tirsê ava bike û ferz bike. “

TJA da zanîn ku jinên siyasî wê li dijî vê yekê li ber xwe bidin û wiha dirêjî da daxuyaniyê:

“Jinên siyasî wê li ber xwe bidin. Wê kefen li xwe bikin lê van cilan li xwe nakin. Hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê wê qet û qet van cilên yek tîp û polîtîkayên tundiyê qebûl nekin. Wê li dijî vê pergalê di ber xwe bidin. Çawa di 12'ê Îlonê de li ber xwe dan, di 14'ê Tîrmehê de li Zindana Amedê li ber xwe dan wê dîsa jî li ber xwe bidin."

BANG

TJA herî dawî bang li hemû hêzên demokrasiyê kir û xwest li dijî cilên yek tîp û polîtîkayên AKP'ê dakevin kolanan û li kolanan bibin yek û dengê xwe bi hev re bilind bikin.