Li girtîgehan zilma AKP-MHP’ê
Her ku faşîzma AKP-MHP’ê giran dibe binpêkirina mafan û êşkence jî zêde dibin.
Her ku faşîzma AKP-MHP’ê giran dibe binpêkirina mafan û êşkence jî zêde dibin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, bal kişand ser rewşa girtîgehên Herêma Çukurova û diyar kir ku piştî Rewşa Awarte zextên li ser girtîgehên Osmaniye û Tarsusê zêde bûne. Ongor, anî ziman ku ji girtîgehan serlêdan zêde ne û lêgerîna tazî hêj berdewam dike.
Li girtîgehan piştî Rewşa Awarte hate ragihandin binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan gelek zêde bûn. Bi taybetî girtî rastî lêgerînên tazî, lêgerîna odeyan, cezayê ragihandin, hucre û gelek cezayên din tên. Ji ber zext û zordariya li ser girtiyan zêde dibin, girtî bi riya xizm û parêzerên xwe û riya ÎHD'ê dixwazin dengê wan bê bihîstin. Bi taybetî li herêma Çukurova girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê û Girtiyên Girtîgeha Tîpa T-1 û T-2 yên Osmaniye, Girtîgeha Tîpa T a Îskenderun û Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji ber rastî binpêkirina mafan tên serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê didin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, bal kişande ser rewşa girtîgehên Herêma Çukurova û diyar kir ku piştî Rewşa Awarte zextên li ser girtîgehên Osmaniye û Tarsusê zêde bûne. Ongor, anî ziman ku ji girtîgehan serlêdan zêde ne û lêgerîna tazî hêj berdewam dike.
Ongor, anî ziman ku di 2 mehên dawî de komîsyona girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê li girtîgehên herêmê geriya ye û kirine rapor. Ongor, destnîşan kir ku piştî ragihandina Rewşa Awarte herî zêde li girtîgehên Tarsus û Osmaniye binpêkirinên mafan û îşkence zêde bûye û wiha got: "Lêgerina tazî ya girtiyan berdewam dike. Li girtîgeha Tarsusê li godeyên 16 kesan 20- 23 girtî tên hiştin. Pekanînên li girtîgehan li dervê zagonan e. Hemû rêveberiyên girtîgehê keyfî pêk tînin. Rûmeta mirovan tê binpêkirin. Bi lêgerîna li ser girtiyan û odeyan rûmeta mirovan tê binpêkirin. Ava qirêj didin girtiyan û bêhna mazotê ji havê tê."
ERKEKE MEZIN DIKEVE SER HEKÎMAN
Ongor, bal kişand ser rola hekîman û xwest di vê pêvajoyê de hekîm rol û rista xwe pêk bînin. Ongor, da zanîn ku li girtîgehên herêmê 32 girtiyên ku rewşa wan giran hene û wiha got: "Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Wan dernaxin revîrê. Dema girtiyan derdixin nexweşxaneyê jî wan tevî kelepçeyan derdixin. Ev pêkanîn li dijî Protokola Stenbolê ku Tirkiye îmze kiriye."
ZAROKÊN TEVÎ DAYIKÊN XWE NAYÊN XWEDÎKIRIN
Ongor, da zanin ku gelek zarok tevî dayikên xwe girtî ne û zarokên tevî dayîkên xwe girtî baş nayên xwedî kirin. Li Girtîgeha Osmaniye ser hewşa girtîgehê hatiye girtin û girtî nikarin nefes bistînin. Girtî nikarin ji tîrêjê Rojê sûdê bigirin. Tevî ku girtiyan serî li hemû saziyên fermî dane jî tu encam negirtine. Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyan û leşker tevî kuçikan li odeyan digerin. Li girtîgeha Kurkçuler a Tîpa E ya Edeneyê tenê 3-4 kawîş ji bo zarokan cuda kirine. Lê ev kawîş ji bo zarokan ne guncav e. Divê şert û mercên girtîgehan bên rastkirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe." Ongor, anî ziman ku hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re tê sinorkirin û Dema parêzer bi girtiyan re hevdîtin dike di bin kamera û çavdêriya gardiyanan de hevdîtin dike û ev li dijî mafê mirovan e."
Ongor, destnîşan kir ku dema gardiyan sohbetê naecibînin sohbetê qut dikin û hemû mefê girtiyan ji destê wan tê derxistin.