Li girtîgehan rîska vîrûsa koronayê mezin dibe

Li girtîgehan rîska vîrûsa koronayê mezin dibe. Desthilatdarî ti tevdîran nagire.

Testên doktorên li girtîgehan jî pozîtîf derdikevin. Li gorî agahiyan, malzemeyên paqijiyê jî bi destê girtiyan nakevin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Ş axa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Îzmîrê, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan û ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê testa bijîjkekî din pozîtîf derketiye.

'DIVÊ TESTÊN GIRTIYAN BÊN KIRIN'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di planên krîzê de berpirsyariya dewletan a parastina hemû kesên li girtîgehan heye û ev tişt hat gotin: "Bi taybetî Girtîgeha Şakranê lê divê li hemû girtîgehan di her astê de bi awayekî lezgîn bergirî bên girtin. Di serî de divê personel û girtiyên ku bijîjkan bi wan re têkilî danîne divê bikevin bin qarantînayê û testên wan demildest bên kirin. Divê bergiriyên ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20’ê adarê de aşkera kiribûn, bi awayekî guncav bên girtin."

BIJÎJK BI GIRTIYAN RE TÊKILÎ DANIYE

Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER) Ahmet Ertaş jî da zanîn ku ji wan re jî agahiya ku li girtîgehên hejmar 1 û 2 ên tîpa T ên Şakranê bijîjkên ku bi vîrûsê ketine hene, hatiye û wiha got: “Di çarçoveya xebata ku em li gorî agahiyên malbatan dikin de me xwe gihandiye agahiya zelal a testa bijîjkê girtîgehê ya pozîtîf derketiye. Heman bijîjk hefteyek berê çûye kogûşên girtiyan û bi wan re tekilî daniye. Li gel vê yekê jî rayedarên girtîgehê testa girtiyan nekirine. Ev jî xof û fikarê bi me re zêde dike. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê hiqûqa dijminane bê terikandin û em daxwaz dikin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan."