Li girtîgehan nerazîbûna li hemberî ‘cilên yekrengî’ zêde dibe

Li hemberî ‘cilên yekcureyî’ yên ku faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze li girtîgehan têxe meriyetê, nerazîbûna girtiyan û parêzvanên mirovan zêdetir dibe.

Li hemberî ‘cilên yekcureyî’ yên ku faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze li girtîgehan têxe meriyetê, nerazîbûna girtiyan û parêzvanên mirovan zêdetir dibe.

ANTALYA

Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê ku di girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de ye di hevdîtina bi malbatê de diyar kir ku girtî li dijî ‘cilên yekcureyî’ derdikevin.

Diya Devrîm Ayik ev gotinên girtiyan ragihand:

“Em ê çanda berxwedanê ya li girtîgehan xera nekin. Em ê kefen li xwe bikin kê em ê van cilên yekcureyî û yekreng qebûl nekin. Hewce bike em ê tazî bimînin lê em van cilan li xwe nakin. Ji ber vê jî divê malbat, rêhevalên me û hemû sazî û dezgehên azadîxwaz divê piştgiriyê bidin berxwedana me.”

MÊRDÎN

Girtiyên di Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê jî ferzkirina cilên yekreng bi stran û tilîliyan protesto kirin. Strana ‘Rêber Apo’ ya ku ji aliyê girtiyan ve hate strandin ji aliyê serdêrên li pêşiya girtîgehê ve hate qeydkirin.

MERSÎN

Girtiyê bi navê Ercan Firat ê di Girtîgeha Tîpa T’yê ya Îskenderûnê ji parêzerê xwe Mehmet Altûntaş re rewşa ragihand.

Altûntaş diyar kir ku muwekîlê wî dema hatiye sewqkirin ji ber ku ferzkirina tazî qebûl nekiriye lêdan xwariye û heqaret lê hatiye kirin. Altûntaş ev gotinên muwekîlê xwe jî ragihand: “4 girtî 12 rojan di hucreyê de hatin hiştin û gardiyan çêran dikin. Serê mirov lîtreyek avê didin, ev jî têr nake. Bi tu awayî pirtûk û kovaran nadin me.”

‘DIXWAZIN WELAT BIKIN YEK TÎP!’

Serokê berê yê Baroya Amedê Mûstafa Ozer jî têkildarî mijarê got ku, “Di salên 1980’yî de girtiyan canê xwe dan û li hemberî vê ferzkirina cilên yektîp deketin. Yektîp feraseteke nîjadperest e. Naziyan û Mûsolînî heman tişt kirin. Niha jî dixwazin vî tiştî ji nû ve têxin meriyetê.”

‘WÊ ALOZÎ JI HUNDIR DAKEVE DERVE’

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî got ku, “Cilên yektîp di warê mafên mirovî, wijdanî û heqan de tu cihê xwe tune. Tercîha cil û bergan yek ji azadiya bingehîn a mirovan e. Ji bo ku ev pêkanîn bi dawî bibe em ê xebatên pêwist bikin.

Em dizanin ku wê girtî li hemberî vê pêkanînê li ber xwe bidin û çalakiyan li dar bixin. Lê ev rewş wê di nava sînorên girtîgehan de nemîne, wê derkeve derve jî. Divê hikumet dev ji vê pêkanînê berde.”