Li girtîgehan komên nû tevlî greva birçîbûnê dibin

Hate ragihandin wê komên nû, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ji bo azadiya Ocalan tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bibin.

Denîz Kaya diyar kir ku li 10 girtîgehên 42 girtî ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê 16’ê Kanûnê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e û koma duyem jî wê 26’ê Kanûnê li 5 girtîgehan û koma sêyemîn jî wê 5’ê Çileyê li 7 girtîgehan dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger bikin. 
 
Denîz Kaya li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî ne, daxuyanî da û got, çalakiya greva birçîbûnê ya 16’ê Kanûnê hatiye destpêkirin di roja 6’emîn de didome. Kaya bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 sal li pey xwe hişt û got: “Gelê Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê têkildarî Rêber Apo nikare agahiyê bigire. Em jî dixwazin hîn bibin ka Rêber Apo dijî an najî. Em nizanin li pergala êşkenceya Îmraliyê çi diqewime. 19 sal e êşkenceyeke giran û zilmeke mezin li Rêber Apo tê kirin. Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdkirin û êşkencekirina di şexsê Rêberiya me de tevahiya gelê me teslîm bigire û ji bo xwe bike kole. Dewlet dixwaze pergala xwe ya nijadperest û mêtinger berdewam bike.” 
 
KOMÊN NÛ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN 
 
Kaya têkildarî çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ku ji bo azadiya Ocalan hatin destpêkirin jî ev tişt got: “Dewleta Tirk û rejîma AKP û Erdogan heta îro bersiv nedane daxwazên me. Bi operasyonan bersiv da gelê Kurd û gerîlayan. Em bi  tu awayî van polîtîkayên faşîst û qirker qebûl nakin.”

Kaya ragihand ku wê komên nû dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin û got: “42 hevalên me li girtîgehên tîpên cuda yên Gebze, Kandira, Panos, Wan, Xarpêt, Beşîkduzu, Bakirkoy û Amedê 16’ê Kanûnê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Çalakiya hevalên me di roja 6’emîn de bi biryardariyek xurt didome. Hemû hevalên me bi bi bawerî, biryardarî û bê sebir dixwazin demek beriya demekê beşdarî çalakiyên grevê bibin û ji bo azadiya Rêberiya me bedena xwe bidin birçîbûnê. Ancax em di çarçoveya bernameya hatiye diyarkirin de beşdariya çalakiya girîng dibînin. 
 
Di vê çarçoveyê de rojên bê komên nû jî wê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bibin. Koma duyem ên beşdarî çalakiyê bibin ji Girtîgeha Sîlîvri, Girtîgeha Tîpa F Jimara 1’an a Tekîrdag, Girtîgeha Jinan Jimara 2’an a Şakranê, Girtîgeha Odemîş û Girtîgeha Kirikkale pêk tên. Dê li van girtîgehan di 26’ê kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bên destpêkirin. Koma sêyemîn jî dê li Girtîgeha Bandirma, Girtîgeha Alanya, Girtîgeha Kayserî, Girtîgeha Tarsûsê, Girtîgeha Tokatê Girtîgehên Hîlwan û Siwêregê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di 5’ê çileya 2019’an de dest pê bikin.” 
 
'TU PERGAL NIKARE RÊBER APO TESLÎM BIGIRE’ 
 
Kaya bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: “Dema daxwazên me neyên bersivandin, çi tişta biqewime em berspirsyariya wê qebûl nakin. Tu pergala êşkence û tecrîdê nikare Rêber Apo teslîm bigire. Teqez û teqez wê gelê me bi ser bikeve. Wê siyaseta mêtingeriyê jî têk biçe. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin di serî de bi serhildan û bi her cûreyî destekê bide çalakiyan û hemû raya giştî ya demorkatîk jî vedixwînin hestiyariyê.”