Li Girtîgeha Xarpêtê ev 56 roj in girêva birçîbûnê didome

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li dijî zext û zordariyan ev 56 roj in girtiyên jin ketine girêva birçîbûnê û rewşa tenduristiyê ya girtiyan ne baş e dibe.

Li Girtîgeha Xarpêtê, Tîpa T’yê girtiyên jin li dijî zext û zordarî û êşkenceyê 10’ê Mijdarê dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Girêv kete roja 56’an.

Li gel serlêdana malbat û parêzeran û rêxistinên girseya demokratîk û bangên wan zext û zordarî didomin, derbarê girtiyên ku her diçe rewşa wan giran dibe ji girtîgehê agahî hat.

Fadîme Demîroglu ya di Koxuşa C6 a Girtîgeha Xarpêtê de ev salek e girtî ye, bi rêya hevaleke xwe ji Ajansa Mezopotamayê re nameyek şand, derbarê rewşa çalakgerên girêvê agahî da û got binpêkirin hê jî didomin.

Demîroglu di nameyê de diyar kir ku hevalên wan ên ku di girêvê de ne ji qewet ketine, bi zorê dikarin biaxivin û rewşa wan a tenduristiyê ne baş e.

Demîroglu got, ‘’Hevalên me 10 Mijdarê ketin girêva birçîbûnê. Hê deng derneketiye. Gelekî li xwe kêm kirine. Ji qewet ketine û bi zorê dikarin biaxvin. Sergêjînek bi wan re çedibe. Rewşa wan me ditirsîne’’ û got ji rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ew li benda piştevaniyê ne.