Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ji alîkariya Şengalê re astengî
Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ji alîkariya Şengalê re astengî
Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ji alîkariya Şengalê re astengî
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdag 2 hezar lîrayên ji bo piştgiriya bi gelê Şengalê re kom kirin ji koordînasyona kampanyayê re şandin. Lê rêveberiya girtîgehê şandina alavên pêwîstiyan asteng kir.
Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdag girtiyên ji doza PKK, MLKP, MKP, TKP/ML, TKEP/L, Ji Veguhertina Şoreşgerî û Biryargeha Şoreşgerî li gel hin girtiyên adlî 2 hezar lîrayên di navbera xwe de kom kirin ji koordînasyona kampanyayê re şandin.
Girtiyan xwestin alavên pêwîstiyan ên di navbera xwe de kom kirine jî bişînin lê li rastî astengiya rêveberiya girtîgehê hatin.
Erhan Kaya yê li ser navê girtiyên siyasî faks şand diyar kir ku alîkarî bi hinceta “rêvebernamayê” hat astengkirin.
Kaya hemû hêzên demokratîk û hemû şervanên YPG/YPJ, HPG/YJA yên li Rojava berxwedaneke dîrokî dimeşînin silav kir û wiha got: “Tevlîbûna me sembolîk e. Bi vê boneyê em ji bo hemû gelê xwe û hêzên demokratîk banga hestiyariyê dikin û banga li hemberî çeteyên DAIŞ û hevkarên wan tevlî berxwedanê bibin dikin.”