Li girtîgeha Tekîrdagê êşkence giran bûye

Li Girtîgeha Tekîrdagê, êşkenceyeke giran li girtiyên siyasî tê kirin û girtî ji mafê hevdîtin û bêhnvedanê bêpar tên hiştin.

Girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê bi rêya malbatên xwe ragihandin ku di asta êşkenceyê de zext û zordarî li wan tê kirin.

Malbatan diyar kirin, gardiyan û tîmên taybet ên jendermeyan her daîm diavêjin ser qawîşan, li girtiyan didin û amûrên wan dişikînin.

Malbatan gotin, dema ku girtî li ber êşkence û kiryarên faşîzan radibin, li erdê tên kaşkirin û li hucreyên yek kesî tên bicihkirin.

Malbatan ragihandin, di hucreyan de jî gardiyan û jendermeyên taybet êşkenceyê li girtiyan dikin.

Herî dawî jî, bi rêya lêpirsîna edlî û dibin navê înfazê de,  girtiyan ceza dikin, ji mafê hevdîtinan û derketina bêhdanê bêpar tên hiştin.