Li Girtîgeha Tarsûsê lêxistin û êşkence

Diyar bû ku 12 girtiyên ku ji Girtîgeha Edene Kurçulerê Tîpa F’yê sewkî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê kirin,ji ber ku qebûl nekirin ku wan tazî bikin û wiha wan seh bikin, gardiyanan li wan xistin.

12 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edene Kurkçulerê dema ku sewkî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bûne, qerdiyanan xwestine ku girtî xwe tazî bikin û wiha wan seh bikin, lê piştî ku girtiyan ev qebûl nekirine,qerdiyanan li wan xistiye. Nacî Ozdemîr ku 25’ê Îlonê çûyî girtîgeha Tarsûsê diyar kir, di hevdîtinê de kurê wî Denîz Ozdemîr gotiye qerdiyanan lêxistine.

ÊŞKENCEYA FIZÎKÎ Û PSÎKOLOJÎK

Bav Ozdemîr got: ‘’Kurê min gote min, ‘li girtîgehê zexteke zêde heye. Di ketina girtîgehê de gotin divê hûn xwe tazî bikin. Me qebûl nekir û ji bo vê jî li me xistin. Têkberen me jî nedane me. Pêlavên min ên sporê û saeta min a dijîtal nedan. Dixwazin bi nîzama leşkerî em hijmara xwe bibêjin. Av kêm e. Zexteke zêde ya psîkolojîk heye. Rojnameyan nadin. Em bang li raya giştî dikin ku guh bidin girtîgehan û li girtiyan xwedî derbikevin.’’

Ozdemîr got, kurê wî dema ku Girtîgeha Edene Kurtkçulerê bûye, salekê, bi kêfî ew li hicreya yek odeyî girtine û got, ‘’Kurê min niha li koxuşekê bi 11 hevalê xwe re dimîne. Girtîgeh ji ber ku nû ye gelek maf têne binpêkirin. Em dixwazin ku di zûtirîn demê de zext û zordariya li ser girtiyan bi dawî were.’’

10 ROJAN ÊŞKENCE

Denîz Ozdemîr ê girtî 9’ê Tebaxê jê re gotibûn ‘dadgeha te heye’ û ew biribûn Fermandariya Jandarma ya Navçeyê, êşkenceya ku 10 rojan ditibû, bi nameyeke ku ji Komeleya Sivîl, a di Pergala Înfafê ya Cezayê re gotibû. Ozdemîr gotibû: ‘’ Ji ber ku dadgeha min beriya bi 2 heftiyan bû, min fêhm kir ku rewşeke heye. Ez birim Amedê. Gotin ew ê 10 rojan di bin çav de bimîne. 10 rojan li ser betaniyeke tenik a li ser betonê razam û balgihekî pir genî dabûne min. Her cure eşkenceya psîkolojîk li min kirin.

24 saetan li ser serê min leşkerê nobedar hebûn. Kesên ku ji xwe re digotin ew îstîxbarata jandarma û dozger in hewl dan ku îfadeya min bigirin. Li gel ku bûyerên ku pirsa wan ji min dikirin ti têkiliya xwe bi min re nebûn jî bi rêbazên psîkolojîk xwestin ku vîna min bişkînin û ez qebûl bikim.’’

Ozdemîr got, ji bo ku ew bibe mikurthatî pir zext lê kirine û got: ‘’Di germahiya Tebaxê de berdaxek ava cemidî nedane min, dengê mekîneya cilşoyê ya ku 24 saetan dixebitî didan guhdarî kirin. Piştre, piştî ku 5 rojan li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê mam ez dîsa anîm Girtîgeha Kurtkçuler a Edene.’’