Li Girtîgeha Sîncanê greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger tê destpêkirin

Girtiyên siyasî yên li Saziya Înfaza Ceza ya Ewlekariya Zêde ya Nimreya 2’an a Sîncanê wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger bikin.

Li gorî agahiyan wê greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger di 30’ê Hezîranê de were destpêkirin. Girtî sê roj in ji bo hişyariyê di greva birçîbûnê de bûn.

Girtiyê bi navê Îsmet Karak di hevdîtina bi malbata xwe de diyar kir rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwazên wan û ji ber wê ew ê dest bi greva birçîbûnê bêdawî û bi dorveger bikin.

Wê 30 girtî tevlî greva birçîbûnê bibin. Wê her carê sê girtî têkevin greva birçîbûnê û koma greva birçîbûnê pênc rojan carekê biguhere.

Girtî diyar dikin ku zextên li ser wan zêde bûne, mafê wan ê sohbet, spor û hevdîtina bi girtiyên din hatiye rakirin, ji ber wê ew dest bi vê çalakiyê dikin.