Li Girtîgeha Şakranê 4 zarok 20 rojin di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Şakranê 4 zarok 20 rojin di greva birçîbûnê de ne

4 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya zarok û ciwanan dimînin, ji bo pêkanînên girtîgehê şermezar bikin 20 rojin di girevê de ne.

Li kampusa girtîgehan ya Şakranê ku zarok, ciwan, jin û mêr lê dibînin binpêkirina mafan berdewam dike. Girtîgeha ku zêdeyî salek berê ket meriyetê û her tim çapemeniya tirk bi awayekî fîzîkî pesnê wê dida û diyar dikir ku, dişibe otelan, her roj bi zext û zora li ser girtiyan dikeve rojevê. Li girtîgehê ji ber ku mafê mirovan zêde tê binpêkirin zarokên bi navê U.D., S.A., A.S., S.B., ji bo mafê xwe biparêzin û helwesta girtîgehê şermezar bikin 20 rojin di gireva birçîbûnê dene.

Parêzerê girtiyan û Serosê TAY-DER'a Îzmirê Dunyamali Ariç diyar kir ku, wî bi girtiyan re hevdîtin kiriye û 4 girtiyan ji ber zext û zordariya Rêveberiya Girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine. Ariç anî ziman ku, dema zarok li qawîşê ne gardiyan diçe wan dijmêre û zarokên li hemberî vê yekê derdikevin rastî lêdanê tên. Zarok ji bo van pêkanînên keyfi yên girtîgehê şermezar bikin 20 rojin di gireva birçîbûnê de ne. Ariç destnîşan kir ku, gardiyanan bi zorê zarok ji qawişa 8'an derxistine û heta êvarî li hewşê rawestandine. Ariç da zanîn ku, zarok li hemberî van pêkanînên girtîgehê 20 rojin di gireva birçîbûnê de ne. Ariç aşkera kir ku, girtî 20 rojin bi malbatên xwe re nikarin hevdîtin bikin.