Li Girtîgeha Rihayê şewat
Li Girtîgeha Rihayê şewat
Li Girtîgeha Rihayê şewat
Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê şewat derket. Şewata ku li girtîgehê derket di demek nêzîk te hat vemirandin. Hat zanin ku di şewatê de 3 girtiyên edlî û xebatkarê îtfaiyê bi tevahî 4 kes birîndar bûn.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê di saetên êvarî de şewat derket. Piştî şewat derket, di demek nêzîk de yekîneyên agirkujê çûn girtîgehê u mudaxaleyî agir kirin. Di mudaxaleyê de şewat demek nêzîk vemirandin. Dema leşkerên îtfaiyê mudaxaleyî şewatê kirin, xebatkareki îtfaiyê û 3 girtiyên edlî birîndar bûn. Têkildarî şewatê rayedarên girtîgehê tu daxuyanî netan. Têkildarî mijarê Midûriyeta Polîsan a Rihayê daxuyanî da û diyar kir ku girtiyên edlî şewat derxist. Midûriyetê diyar kir ku Omer Faruk Mermertaş, Sidki Dede û Veysel Karakaş birîndar bûn.
Piştî şewat pêk hat herî kêm 5 ambulan, maşîneyên zirxî, TOMA, û gelek polîs çûn girtîgehê. Hat zanîn ku girtiyekî edlî xwestiye xwe darve bike û girtiyên din jî rêveberiya girtîgehê şermezar kiriye û bûyer pêk hatiye.