Li Girtîgeha Bakirkoyê ji ber stranên Kurdî gefa lêpirsînê hate xwarin

Hate ragihandin ji ber ku girtiyên li Girtîgeha Bakirkoyê stranên Kurdî strane û govend gerandine, geda lêpirsînê li wan hatiye xwarin.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, di 15’ê Tebaxê de stranên Kurdî strane û govend gerandine rêveberiyê gef li wan xwarine.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece çû serdana girtiyan û ragihand ku rêveberiyê gef li girtiyan xwariye û gotiye “Em ê derbarê we hemûyan cezayê dîsîplînê bidin destpêkirin.”

Ece got “Girtî diyar dikin ku xebatên sosyal ji zû ve hatine sekinandin. Hema piçekî deng derkeve, rêveberî hewl dide zextan li girtiyan bike. Di 15’ê Tebaxê de ji ber ku girtiyan li hewşê stranên  Kurdî strane û govend gerandine, rêveberiya girtîgehê gef li wan xwariye ku wê lêpirsîna dîsîplînê bide destpêkirin.”

Berê jî li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi hinceta ku bi Kurdî strane cezayê dîsîplînê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 10 jinên girtî hatibû birîn.