Li Girtîgeha Şakranê serdegirtinên bi kûçikan û gefxwarin rojane pêktê

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran Alîagayê ragihandin ku cendirme û gardiyanan tevî kûçikan avêtin ser qawîşan û rastî gefan hatin.

Girtiyên di Girtîgeha Alîaga ya Şakran a Jinan de ragihandin ku cendirme û gardiyan tevî kûçikan avêtine ser qawîşên wan û gef li wan xwarine.

Li Girtîgeha Alîaga ya Şakran a Jinan, cendirme û gardiyan tevî kûçikan avêtine ser qawîşên wan û gef li wan xwarine. Girtiyan bi rêya telefonê ragihandin ku gardiyan tim di bin navê "lêgerînê" de davêjin ser qawîşan.

Li gor agahiyên ku girtiyan ragihandiye, bi taybetî her hefte roja pêncşeman bi dehan cendirme û gardiyan tevî kûçikan davêjin ser qawîşan û eşyayên girtiyan belawela dikin û heqaretê li wan dikin. Girtiyan ragihand ku bertek nîşanî vê dane, lê gardiyan gef li wan xwarine.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe bang li raya giştî kirin ku li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike.