‘Li girityên nexweş mirin tê ferzkirin’

Di çalakiyên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş Giyasettîn Sevmîş û Tûran Çabûk de hat gotin ku li girtiyên nexweş mirin tê ferzkirin.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê rewşa wî giran e were berdanê.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê di hefteya 384’emîn de çalakiya heftane li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş werin berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û bal kişnd ser ewşa girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê rewşa wî giran e û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê tê ragirtin.

Tûrgût da zanîn ku Giyasettîn Sevmîş ji sala 2007'an ve girtî ye û li gelek girtîgeha hatiye gerandin û herî dawî ji girtîgeha Şakrana Îzmîrê sewqî girtîgeha Wanê kirine û dema ew li derve bûye tu nexweşînek pê re nebûye û li girtîgehê nexweşîn lê peyda bûne û niha rewşa wî giran e. Tûrgût diyar kir ku nexweşîna Wilson lê peyda bûye û ji ber şertên girtîgehê nikare xwe bigihîne dermanan. Tûrgût got Sevmîş li gel rapora nikare di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan û terkî mirinê tê kirin û li ser vê yekê jî tedawiya nayê kirin û her roja ku diçe rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Tûrgût got divê Sevmîş demildest were berdan û tedawiya wî were kirin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku girtiyê nexweş Tûran Çabûk du roj in li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê tê tedawîkirin û xwest were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê di çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” balê kişand ser ewşa girtiyê nexweş Tûran Çabûk (58) ê li Girtîgeha Metrîsê girtî ye. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê pêk hat û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne” hat vekirin. Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafe Încîn daxuyanî xwend.

Încîn da zanîn ku girtiyê nexweş Çabûk ji sala 2016’an ve girtî ye û nexweşîna penceşêrê asta dawî lê peyda bûye û di sala 2019’an de bi armanca tedawiyê biryara berdana wî hatiye dayîn. Încîn diyar kir ku ev du roj in Çabûk li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê tê tedawîkirin û ji ber cezayê wî 6 sal 3 meh hatiye erêkirin dîsa hatiye girtin. Încîn got Saziya Tiba Edlî rapora dikare di hepsê de bimîne daye Çabûk. Încîn destnîşan kir ku rewşa Çabûk giran, dibe ku her kêlî wefat bike û xwest di serî de Çabûk û hemû girtiyên nexweş werin berdan.