Li Giessenê ji bo gêrîlayan merasima bîranînê
Li Giessenê ji bo gêrîlayan merasima bîranînê
Li Giessenê ji bo gêrîlayan merasima bîranînê
Li bajarê Giessen yê Almanyayê li Komeleya Mezopotamya ji bo Zafer Sertkaya (Rojwan Efrîn) ku rojên borî li Rojava jiyana xwe ji dest da û Yûsûf Aydogmûş (Qehraman ku di sala 2001’an di encama çalakiyekê de jiyana xwe ji desta û agahî nû giha malbatê merasimek ya bîranînê pêkhat.
Di merasima bîranînê ya ku ji aliyê Meclisa Gel ya Giessenê ve hatî oragnîze kirin, ji bo Zafer Serkaya (Rojwan) û Yûsûf Aydogmûş (Qehreman) serdanên taziyê hatin qebûl kirin. di serî de xizmên Aydogmûş û Sertkaya bi sedan Kurdistanî tevlî merasima bîranînê bûn.
Yûsûf Aydogmûş ku di sala 1995’an de li Almanyayê tevlî refên PKK’ê bû, di sala 2001’an ku ji bo dermankirinê çûyî Qampa Mexmûrê, di çalakiyekî li dijî komplo û komplogerên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Malbatên Şehîdan ya KCK’ê nameyek ji malbata Aydogmûş re şand û aşkera kir ku, Yûsûf Aydogmûş jiyana xwe ji dest daye. Di bîranînê de name û daxuyanî hate xwendin. Di nameyê de hate gotin ku, “Em weke hevalen Qehreman yên çekê, hûn çiqas ewlad, birayek wek rêheval Qehreman serbilind bikin di cihê xwe de ye. em weke rêhevalên wî, her tim serê me pê bilind bû, heta ku em armancên wî pêkbînin, ala ku ji bo biratî, wekhevî, azadî û demokrasiya gelan bilind kiriye, ew dê heya dawî tekoşîna wê bidin.” Piştî wê birayê Aydogmûş Mûrat Aydogmûş axaftine kir.
Piştre jî ji bo Zafer Sertkaya (Rojwan Efrîn) axaftin hatin kirin. xizmê Sertkaya Kemal Bayar got: “Rojwan ji ber girêdana wî ya bi şehîdên dinasî tevlî refên gêrîla bû.”
Bavê Sertkaya Ezîz Sertkaya bi telefonê beşdar bû û axaftine kir. Bav Sertkaya diyarkir ku, “Rojwan Efrîn soz dabû ku, ew dê ji bo azadiya gelê Kurd, layîqbûna şehîdan û girêdana bi rêbertiyê re tekoşînê bide... Rojwan leşkerê Rêbertiyê bû û serê Rêbertiyê sax be, şervanekî PKK’ê bû serê PKK’ê sax be. Rêya Rojwan rêya me ye, baweriya wî baweriya me ye.”
Merasima bîranînê bi axaftinên ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ya li Giessene û Meclisa Gel ya Giesenê, her wiha bi xwarina hatî dayîn bidawî bû.