Li Geverê zarok jî di nav de, herî kêm 11 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk danê siharê li navçeya Gever a Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin û zarok jî di nav de herî kêm 11 kes binçav kirin.

LI GEVERÊ HERÎ KÊM 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Îro di danê sibehê de li navçeya Gever a Colemêrgê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de zarok jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Welatî li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê tên ragirtin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Hat ragihandin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê heye û hevdîtina bi parêzeran jî ji bo 24 saetan hatiye qedexekirin.

Hat diyarkirin, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.