Li Geverê polîsan êşkence li Bor kir, bijîjkan got ‘sera wî êşiyaye’

Li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan bi ser malan de girt. Polîsên Tirk bi rengekî hovane êrîşê Mûstafa Bor kir. Bijîjkan bi gotina “serê wî êşiyaye” hevkariya sûc kirin.

Di serdegirtinên malan ên serê sibê li navçeya Gever a Colemêrgê hatin kirin de ciwanên bi navê Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal û Mûstafa Bor hatin destgîrkirin. Polîsên ku di serdegirtinên malan de derî û şibak şikandin tundî li ciwanan kirin. Polîsan bi qontaxa çekê, bi pêhn û kulman ciwan birîndar kirin. Ciwanên ku hatin destgîrkirin ewilî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştre birin midûriyeta polîsan.

Kirariyên ciwanan ên li midûriyeta polîsan didomin. Wêneyên têkildarî tundiya yek ji ciwanên bi awayekî tund hate derb kirin Mûstafa Bor derketin holê. Di wêneyan de tê dîtin ku serê Bor şikestiye, li gelek cihên laşê wî xwîn jê hatine û reş û şîn bûne.

Hate îdiakirin ku tevî şopên tundiyê jî li nexweşxaneya ku Bor birinê tenê bi “serêş” raporek jê re hatiye nivîsîn.

Parêzer Eren Baskin têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Rapora ‘şopa lêdanê nîn e’ dan Mûstafa yê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Bi zexta parêzerên me careke din birin nexweşxaneyê. Hemû şopên êşkenceyê hatin qeydkirin. Em ji bo kirariyên îfadeyan disekinin.”