Li Geverê 7 kes hatin binçavkirin
Li Geverê 7 kes hatin binçavkirin
Li Geverê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdagirtinan de 7 ciwan hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan şevê din li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtên li taxên Yeşîldere, Esentepe, Gungor, Cumhuriyet û Yeniyê pêk hatin de Mesut Demîr, Umran Ozturk, Huseyîn Yalçin, Şîrvan Kutluk, Seyran Demîr, Murat Kina û Ceylan Kiziltepe hatin binçavkirin. Di serdagirtinan de nêzî 20 mal rastî lêgerînê hatin. Ciwanên hatin binçavkirin piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê di kontrola tenduristiyê re derbasbûn birin Midûriyeta Polîsan a Geverê.