Li gelek navendan êrîşên bi çekên kîmyewî hate protestokirin

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyan hate protestokirin.

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) îro li gelek navendên Bakurê Kurdistanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser herêmê Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve daxuyanî hatin dayîn.

AMED

Bi pêşengiya MEBYA-DER’a Amedê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li semta Dortyolê ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî hat dayîn. Berî daxuyaniyê polîsan derûdorê dorpêç kirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Bajarê Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên HDP yên Amedê û MEBYA- DER’ê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Girse tevî astengiyan jî di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas hat xwendin.

Almas bi lêv kir ku dîmenên ji qadê hatine kişandin jî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî piştrast dike û wiha got: “Tevî dîmenan jî Tirkiyeyê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de tu daxuyanî neda û tu lêkolînek jî neda destpêkirin. Ev yek jî îdîayên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî hene hê xurtir dikin.  Bikaranîna çekên kîmyewî di protokola Cenevre de jî hatine qedexekirin û Tirkiyeyê jî ew protokol qebûl kiriye. Lê tevî vê protokolê jî di şer de çekên kîmyewî tên bikaranîn û pêşî li wan çekên qedexekirî nehatiye girtin. Piştî vê yekê Neteweyên Yekbûyî (YN) di sala 1993’yan de bi peyameke çêkerina çekên kîmyewî, bikaranîna wan û stokkirina wan qedexe kir. Tirkiyeyê jî di 29’ê nîsana 1997’an de ew peyam xist meriyetê û Tirkiyeyê bi qanûnên xwe jî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kir.” 

‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’

Almas di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê derbarê çekên kîmyewî de lêpirsînek bê destpêkirin û wiha got: “Heke derheqê çekên kîmyewî de lêpirsînek neyê destpêkirin tu wateya peymana jî namîne û ji ber vê divê dozger, rêveber û siyasetmedar erka xwe bi cih bînin.”

ŞIRNEX

Li Şirnexê MEBYA-DER, KCD, DBP’ê, HDP’ê, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, TJA, Dayikên Aştiyê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyaniyeke hevpar dan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” hate vekirin.

‘DIVÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê MEBYA-DER’ê Serhat Kuçuk ve hat xwendin. Kuçuk diyar kir ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bê destpêkirin û got: “Girîngiya îdiayên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya mafdar ve li ber çavan bê girtin û lêkolîn bê kirin. Her wiha divê Tirkiye weke welatekî ku erkên navneteweyî li xwe digire, mekanîzmayên xwe yên kontrolkirina hundir jî çalak bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev îdia ancax bi tevgerên bi vî rengî dikarin piştrast bikin.”

‘DIVÊ KU KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN’

Piştre parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr anî ziman ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî komîsyonek bê avakirin û wiha axivî: “AKP’ê û MHP’ê politikayên hebûn û nebûnê dane destpêkirin. Dixwazin ku emrê desthilatdariya xwe dirêj bikin. Bi qetilkirina zarokan û ciwanan desthilata xwe dirêj dikin. Çareserî ne înkar û îmhakirinê de ye. Çareserî di mûzekareyê de ye. Li hemberî Kurdan îro li her derê di tifaqê de ne. Ji bo ku gelê Kurd bi nasnameya xwe azad bijin em ê tebikoşin. Em weke HDP li dijî polîtîkayên şer disekinin û dê li dijî vê sekna me diyar be. Ew ê komkujiyê,zilmê ji gelê Kurd nedin qebûlkirin. Îddîayeke bi vî rengî heke hebe divê ku komîsyon bên avakirin. Divê rayedar jî li dijî vê bêdeng nebe. Ev sûcê mirovahiyê ye.”

Îmîr bal kişand ser blokekirina xezîneya alîkariya bo HDP’ê û got ku ew ê li dijî hemû êrîşan bi gel re li kolanan li ber xwe bidin.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi pêşengiya MEYBA-DER’ê bi tevlibûna rêveberên HDP’ê, DBP’ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nunerên rêxistinên sivîl li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber Navenda Kar a Nasiroglû daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê MEBYA-DER’a Êlihê Medenî Onar daxuyanî xwend û li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî rawestiya û bang kir ku divê demildest derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsîn were destpêkirin.

MÊRDÎN

MEBYA-DER'A Mêrdînê jî li ber avahiya ÎHD'a Mêrdînê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê Hevserokê MEBYA-DER'ê Sabah Kuday xwend û xwest çekên kîmyewî werin lêkolînkirin.

RIHA

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe li Xaka Qedîm Winda Kirine re (KATDER) ya Rihayê jî li Meydana Topçû bi tevlibûna rêveberên HDP’ê, DBP’ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nunerên rêxistinên sivîl daxuyanî hat dayîn.

Kêliya ku rêveberê HDP'ê Ahmet Îstek daxuyanî da polîsan ji nişkeve mudaxileyî daxuyaniyê kir û asteng kirin. Tevî astengiyê jî Îstek daxuyanî da û got wê wan têkildarî çekên kîmyewî daxuyanî bidana lê polîsan çalakiya wan qedexe kiriye.

Girseyê bi çalakiya rûniştinê astengiyê şermezar kirin.

EDENE

 Li Edeneyê jî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) jî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li avahiya HDP'a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê, DBP’ê, HDK'ê, EMEP'ê, ESP'ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nunerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê AYKAY-DER'ê Abidîn Eye daxuyanî da û xwest şande biçin herêmê û çekên kîmyewî lêkolîn bikin.