Li gelek navendan 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li gelek navendan 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li gelek navendan 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Çalakiyên şermezarkira salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê berdewam dikin. Di çalakiyan de 15'ê sibatê hate şermezarkirin û hate xwestin ku şertên Ocalan ên azadiyê pêk bên. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak wiha got: "Em dê bi hêviya ev 15'ê Sibatê bibe 15'ê Sibata dawî li qadan bin."
MÛŞ
Rêxistina BDP'ê ya Milezgirê ya Mûşê têkildarî salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê li avahiya partiyê civîna gel li dar xist. Di civîna gelek kes welatî tevlî bûn de Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Nîhat Kalin 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku, li Îmraliyê 14 salin tecrîd pêk bê û wiha got: "Serokwezîr Erdogan dibêje 'bi rêxistina terorê re û Îmraliyê re hevdîtinan nakim' Wê demê çima îro hevdîtinan dikin. Ji ber ku di mijar pirsgirêka Kurd xitimîn heye û muhatab jî Birêz Ocalan e hevdîtinan dikin." Di civînê de banga tevlîbûna 15'ê Sibatê hate kirin.
EDEN
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê têkildarî daxuyaniya dê di heman mijarê de li dar bixin civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistin BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak, Endamê Meclîsa BDP'ê Cemîl Elden, endamên Lijneya Rêveber a Edene yên HDK'ê Guven Boga û Sepîl Aslan, KURDÎ-DER,TUHADER, MEYADER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlîbûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak diyar kir ku, pêvajoya diyalog û muzekereyê ya ji aliyê dewlet û hikûmetê ve hate destpêkirin ji bo bi awayekî baş pêk bê divê şertên azadî yên Rêberê Gelê Kurd bên sererastkirin û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan rêberekî ji rêzê nîne. Raya giştî ya Tirkiye, Cîhan û Rojhilat Navîn ev yek dîtin. Em jî vî serokê girîng di pejirînin." Bayrak anî ziman ku, ew dê di 15'ê Sibatê de li Duryana Karasu ya taxa Daglioglu ya Edeneyê di demjimêr 14.00'an de bên cem hev û wiha axivî: "Bi hêviya ev 15'ê Sibatê, 15'ê Sibata dawî be derbikevin kolanan. Tevkariyê bidin vê pêvajoyê."
WAN
TUYAD-DER'a Wanê ji bi heman armancê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, Alîkarê Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar, ÎHD, EMEP, YODER, endamên meclîsa giştî, GOÇ-DER, MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê tevlîbûn. Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun di civînê de axivî û diyar kir ku, xwestin di şexsê Ocalan de têkoşîna kurdan tasfiye bikin. Aygun anî ziman ku, ew dê 15'ê Sibatê di demjimêr 12.00'an de bi slogana "Ji Birêz Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statûya siyasî" li Parqa Feqiyê Teyran bin." Aygun xwest ku hemû kes tevlî çalakiya wan bibe.
GEVER
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Geverê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz, Wekîlê Şaredarê Geverê Abdulhaluk Ozdel, Serokê Meclîsa Giştî yê berê Ferzende Yilmaz, Dayîkên Aştiyê û gelek kesê tevlî daxuyaniyê bûn. Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Geverê Husret Akçelik, daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê şermezar kir.
RIHA
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê ji bi heman armancê li ber Navenda Kar ya Ahmet Bahçivan daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Meclîsa BDP'ê Serhat Bîngol, Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan, Şaredarê Alîgorê Îbrahîm Halîl Arslan, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Rihayê Halît Yildiztekîn û Leyla Akçan, rêveberên bajar û navçeyan û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê BDP'ê Abdurrahman Pîşkîn daxuyanî xwend û diyar kir ku, di 15'ê Sibatê de di şexsê de Ocalan de li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn mudaxeleyek hate kirin. Pîşkîn bal kişand ser tecrîda li hemberî Ocalan pêk tê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji roja hate ser kar heta niha dem dem pirsgirêka Kurd tîne ziman lê tu caran projeyên çareseriyê pêk neyna."