Li gelek cihan bi sedan Kurdistanî ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê

Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê li dar dixin.

Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn tecrîda li ser Ocalan bi grevên birçîbûnê protesto dikin.

KOLN

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan bi tevlêbûna 85 kesan greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê li pêşiya Dêra Domê hate destpêkirin. Parlementerên berê yên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û hunermend Xelîl Xemgîn jî di nav de 85 kes tevlî greva birçîbûnê bûn.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Di daxuyaniya greva birçîbûnê de parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û dest bi muzakereyan were kirin. Yîgîtalp got ku, “Grevên birçîbûnê  qîrîna gelên Rojhilata Navîn e. Werin em bibin dengê vê qîrînê.”

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî ji bo 10 rojan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin

Berdevkê greva birçîbûnê Lokman Hedîl bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got ku, “Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û daxwazên wê daxwazên me ne.”

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarên Marsîlya, Montpellîer, Marîgnan û Dragûîngnan ên li Fransayê dijîn li Marsîlyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî saet di 09.30’an de li pêşiya Walîtiya Marsîlyayê di kon de hate destpêkirin û 30 kes tevlî greva birçîbûnê bûn.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî ji bo protestokirina tecrîdê greva birçîbûnê ya 4 rojan hate destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hate destpêkirin.

ATÎNA

Li bajarê Atînayê ya Yewnanistanê greva birçîbûnê hate destpêkirin. Rêveberê Navenda Çanda Kurd a Kurdistanê Lezgîn Serhed bal kişand ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

VIYANA

Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye ji bo protestokirina tecrîdê greva birçîbûnê hate destpêkirin.

30 kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Komîteya Amadekar diyar kir ku ew ê çalakiya greva birçîbûnê 20 rojan bidome.