Li gelek bajarên Ewropayê ji bo Kişanak û Anli çalakî hatin lidarxistin
Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 28 kewçêrê 2016, 07:07
Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, Ciwanên Azad, Jin ên Ciwanên Azad û Enternasyonalîst, duh êvarê li kolana Adelbert a li taxa Kottî li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedan" rê li trafîkê girtin. Çalakî nîv saetê dewam kir û piştî ku polîs hatin cihê bûyerê, ji bo şer dernekeve çalakger bi rengekî aştiyane belav bûn.
BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, çalakger li ber avahiya Parlamenta Eyaletê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û binçavkirina Hevşaredarên Amedê şermezar kirin. Çalakgeran dosyayek li ser zext û komkujiyên li Kurdistanê radestî Serokatiya Eyaletê û organên çapemeniya herêmî kirin.
OLDENBÛRG: Bi qasî sed Kurdistanî li ber avahiya Şaredariya bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre bi şaredar re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de li ser girtina hilbijartiyên li Kurdistanê û dagirkeriya li Rojavayê Kurdistanê agahî hat dayîn. Çalakgeran tirs û fikarên xwe yên ji ber kiryarên li dijî Kurdan bilêv kirin û piştre dosyayek radestî Şaredar kirin.
MUNSTER: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistaniyên li bajarê Munster ê Elmanyayê dijîn, li meydana Stûbengasseyê li hev civiyan û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê lenet kirin. Li ser navê NCDK'ê Hamdiye Araç axivî û got, "Lazim e ji niha û pê ve em her roj, her saet û ker kêliyê li qadan bin. Roj roja çalakiyan e."
HAMBÛRG: Kurdên li bajarê Hambûrgê dijîn, ku bênavber çalakiyan lidar dixin, li Monckebergstrasseyê, li dijî binçavkirina Kişanak û Anli çalakiya protestoyî lidar xistin û li ser mijarê bi sedan belavok belav kirin. Di çalakiyê de ji bo meşa sibe ya saet 15:00 banga tevlîbûnê hat kirin.
DÛÎSBÛRG: Bi heman armancê li ber stasyona trenê ya bajarê Dûîsbûrgê, mîtîngek hat lidarxistin. Zêdeyî 400 Kurdistanî û dostên wan ên êvarê li vir li hev civiyan, terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanêr şermezar kirin. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, dewleta Tirk a dagirker bi fermana Qesrê li her qadê li dijî gelê Kurd şer dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Amed dilê Kurdistanê ye û ti kes nikare serî li Amedê bide tewandin.
BONN: Kurdistaniyên li bajarê Bonn û derdora wê dijîn, li ber Nûnertiya Bonnê ya Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) û buroya Yekîtiya Ewropayê çalakiyek lidar xistin. Di dema çalakiyê de li ser rewşa li Kurdistanê dosya radestî buroyên CDU û Yekîtiya Ewropayê hat kirin. Hevserokê NCDK a Troîsdorfê Salman Gedîk li qada çalakiyê axivî û diyar kir, di nava şert û mercên giran ê şer de qirkirin li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Gedîk got, "Heta ku cîhan li ber vê yekê rabe û destekvan jî bes destekê bidin dewleta Tirk, em ê li qadan bin."
TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Capîtolê mîtîngek lidar xistin. Tevgera Antîkapîtalîst a Nû ya Fransayê (NPA), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Tevgera Aştiyê jî destek dan çalakiyê. Çalakgeran xwestin, êrîşên li dijî nûnerên siyasî yên Kurdan derhal bên sekinandin û destnîşan kirin, ku divê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li her cihî dakevin qadan. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" qediya.
METZ-SAÎNT AVOLD: Li ser banga meclîsên gel ên bajarên Saînt Avold û Metz ên herêma Lorraîn a Fransayê, bi qasî 150 Kurdistaniyan li meydana Repûblîqûe ya Metzê çalakiyek lidar xistin û bal kişandin ser binçavkirina Kişanak û Anli. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku wê gelê Kurd bi berxwedanê bersivê bide zext û zordariyê. Kurdistaniyan li vê derê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, YPG, TJK-E vekirin û li dijî faşîzma AKP'ê dirûşme qîriyan.
AVÎGNON: Li bajarê Avîgnon ê Fransayê, NCDK'ê li ber gara trenê ya bajêr mîtîngek lidar xist û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û dagirkirina avahiya şaredariyê şermezar kir.
ÛPPSALA: Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî şaredariyên Kurdan û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê dike, li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên li ser banga NCDK li meydana Storatorgetê li hev civiyan, li dijî êrîşên dewleta Tirk dirûşme qîriyan. Çalakgeran binçavkirina hevşaredaran weke darbeya li vîna gelê Kurd bi nav kirin û bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li ber hikûmeta AKP'ê û Erdogan ên darbe kirine, rabin.
CENEVRE: Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dijîn, bi heman armancê meşiyan. Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê Salîh Saglam axivî. Saglam bi zimanekî tund binçavkirina Kişanak û Anli şermezar kir û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê. Saglam diyar kir, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî dewleta Tirk a destekê dide DAIŞ'ê, ne ya qebûlkirinê ye. Saglam destnîşan kir, ku ji bilî berxwedanê, ti rêyek li pêşiya wan nîne."
AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, binçavkirina Kişanak, Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, hate şermezarkirin. Bi vê armancê li meydana Damê mîtîng hat lidarxistin û dirûşmên "Bi hev re li ber faşîzmê rabin", "Bila Gultan Kişanak, Firat Anli û Ayla Akat Ata werin bedan", "Kurdistanê wê li faşîzmê bibe goristan", "Kujerê zarokan Erdogan ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.