Li gelek bajaran cangoriyên qetlîama Roboskiyê hatin bibîranîn

Bi wesîleya salvegera 9’emîn a Qetlîama Roboskiyê li gelek bajaran çalakiyên bibîranînê hatin kirin. Di çalakî û daxuyaniyan de hate diyarkirin ku bila kujer û berpirsyarên qetlîamê werin darizandin.

HDP; TUHAY-DER, TJA, Platforma Ked û demokrasiyê, ÎHD, DÎSK, TMMOB û gelek saziyên din di 9'emîn salvegera komkujiya Roboskî de komkujî şermezar kirin û 34 welatiyên di komkujiyê de 9 sal berê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Balafirên şer ên artêşa Tirk di 28'ê Kanûna 2011'an de sînorê gundê Roboskê bombe kiribû û 19 jê zarok 34 welatî qetil kiribûn. Bi minasebeta 9'emîn salvegera Roboskê li gelek navendan çalakî hatin li dar xistin.
AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Em Roboskî ji bîr nakin û em nadin jibîrkirin" vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Komê bê navber dirûşmeyên “Ji Roboskî re edalet, ji mirovahiyê re edalet", “Dê Hesabê Roboskê bê pirsîn" berz kirin û 34 welatî bi rêzgirtinê bibîr anîn.

Rêveberê DÎSK'ê Hasan Alî Eroglû, 34 welatiyên hatin qetilkirin bibîr anî û wiha got: "9 sal borî lê tu gavên hiqûqî nehat avêtin.”

Tevgera Jinan Azad (TJA) û Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî li Parka Roboskî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Remziye Tosûn û rêveberên HDP’ê amade bûn. Dîsa aktîvîstên TJA jî amade bûn. Polîsan jî park dorpêç kir. Komê di çalakiyê de pankarta "Me ji bîr nekir û nadin jibîrkirin” vekir. Remziye Tosûn anî ziman ku di ser komkujiya Roboskî re 9 sal borîn lê hêj kujer nehatine darizandin."
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bimire komkujiya Roboskî" berz kirin û bi dawî kirin.

WAN

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi heman armancê daxuyanî da. Di çalakiyê de endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAYDER, TJA û gelek kesên din amade bûn. Serokê Rêxistina HDP'ê ya Artemêtê Nedîm Şîpal, anî ziman ku dema ev komkujî li cihekî din pêk hatibûya dê hikumetê îstîfa kiribûya."

Baroya Wanê jî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kutevî daxuyanî xwend û wiha got: "Îro roja wendakirina mirovahiyê ye. Îro 28’ê berfanbara 2020 ne, îro bûyera Roboskê dibe neh salî, lê hîn jî berpirsên vê êrîşa ku di encamê de 34 kes hatibûn kuştin, nehatine eşkerekirin. Ev qetlîamek ku înkarkirina wê ne mimkun e. Em Komisyona Mafê Mirovan ya Baroya Wanê dixwazin ku berpirsyarên Roboskê de kî hene divê tev were cezakirin û ji malbatên Roboskê lêborîn were xwestin. Em qetliama Roboskîyé ji bîr nakin û nadin jibîrkirin…"

ÊLIH

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Navendî daxuyanî da. Li vir jî pankarta "Hûn nikarin bidin ji bîr kirin û hûn nikarin bincil bikin" vekirin. Rêvebera HDP'ê ya Êlihê Rûken Zeryan Işik jî anî ziman ku çiqas rêxistinên civakî yên dixwazin komkujî ronî bibe, tê astengkirin.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek endam û rêveber tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê Sînan Kaya jî anî ziman ku bersûc tên parastin û dê şopdarê vê dozê bin."

DÊRSIM

Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Komê di çalakiyê de pankarta “Me Roboskî ji bîr nekir, em nadin jibîrkirin" vekirin.
Serokê Rêxistina HDP'ê yê Dêrsimê Nûrşat Yeşîl, anî ziman ku balafirên şer ên dewletê mezin û zarok 34 welatî qetil kir û wiha got: "Di ser komkujiya Roboskê re çend dem derbas bibe bila derbas bibe, heta ku edalet pêk neyê aramî jî pêk nayê. Ji bo hesab bê pirsîn em ê têbikoşin."

HATAY

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba, jî bi wesîleya salvegera qetlîaam Roboskiyê daxuyaniya nivîskî da.

MÊRSÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Toroslarê daxuyanî da. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî dan. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Tahîr Tuyben, 34 cangoriyên qetlîamê bi bîr anî.