Li Gebzeyê protestoya tecrîdê

Endamên Insîyatîva Hevgirttina Zindanan a Marmarayê girtiyên di greva birçîbûnê de ya li Gebzeyê slasv kirin û xwestin ku tecrîd zû rabe.

Ji bo desteka li çalakgerên greva birçîbûnê Leyla Guven û girtiyên din ên li zindanan ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kirine, Insîyatîva Hevgirtinê ya Zindanan a Marmarayê li Meydana Bajêr a Gebzeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Gelek kes di daxuyaniyê de hazir bûn. Polîsa dora çalakgeran pêça.

Endamên Insîyatîvê pankarta bi nivîsa, ''em tecrîdê bişkînin, faşîşmê hilweşînin'' vekirin. Hevseroka Bajêr a HDP'ê Leyla Aygun daxuyanî da.

Aygun, diyar kir ku temînata aştiya Tirkiye û Rojihilata Navîn Rêberê PKK'ê Ocalan e û wiha domand: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez ev tecrîd bi dawî bibe. Birêz Leyla Guven 3 meh in ji bo aştiyê û rakirina tecrîde di grevê de ye. Li gel ku Leyla Guven hat berdan jî qet gav paş ve neavêt. Diyar kir ku heta tecridkirina Ocalan  û hemû Tirkiye bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Di şexsê Guven de berxwedan her ku diçe li her derê belav dibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel û Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî tev li vê berxwedanê bûne û çeperê wê firehtir kirine." 

Aygun, herî dawî bang li her kesî kir û wiha got: "Divê hemû cemaweriya demokratik a Tirkiye û navneteweyî li dijî tecrîdkirina Ocalan ê ku temînata aştiya gelên Tirkiye ye, bi hestiyar tev bigerin."