Li Gaziyê ji bo Tosûn meresim pêk hat

Li Gaziyê ji bo Tosûn meresim pêk hat

Ji bo  endamê MLKP Serkan Tosûnê di şerê li Serêkaniya bin xetê de li gundê Eloka de jiyana xwe ji dest dayî de li Gaziyê li mala Cemê mereresîm hat lidarxistin.

Darbestiya Serkan Tosûn bi alên  MLKP û YPG’ê hatibûn xemilandin.

Di axaftinên li vê derê de hat destnîşankirin ku Serkan Tosûn ji bo piştgiriyê bide şoreşa gelê Kurd çûye Rojava û li wir şehîd ketiye û hat gotin, "Em şoreşgerekî bi rûmet û leheng oxir dikin." Di merasîmê de hemû şoreşgerên li Rojava jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hat gotin, "Êş, hêrsa me mezin e, lê serê me jî bilind e."

Li vê derê piştî meresim olî bi sloganan cenazeyê Tonûs  ji mala Cema Gazî derxistin û birin li mala malbata wî.

Bi hezaran kes ji bo bi oxirkirina Tosûn li doraxa berê ya Karakolê kom bûn. Girseyê wêneyê Serkan Tosûn û alên sor, her tim yên YPG, PKK, Konfederalîzmê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Piştî helalkirinê ji duraxa berê ya Karakolê cenazeyê  Tosûn li ser milan bi meşekê ber bi goristana Gaziyê ve birin.

Di meşê de malbata Tosûn, Yılmaz Selçukê MLKP’ê û malbata Hasan Ocakê dibin çavan de jiyana xwe ji destdayî amadebûn.

Her tim dirûşmeyên "Heval Serkan bêmirine",  "Bijî hevalê me yê şoreşê", "Her der rojavaye, her der berxwedane”û  "Şehîd namirin" hatin avêtin.