Li Gaziyê êrîşa polîsan
Li Gaziyê êrîşa polîsan
Li Gaziyê êrîşa polîsan
Li Taxa Gazî, meşa ji bo Ahmet Atakan ê ji ber êrîşa polîsan a bi bombeya gazê li Hayatê jiyana xwe ji dest da, rastî êrîşa polîsan hat.
Xelkê Taxa Gazî ku bi hejmareke mezin li pêş Rawestgeha Qereqola Kevin hatin li gel hev bi dûruşmên “Ahmet Atakan bê mirine” dest bi meşê kir. Polîsan li ser Kolana Îsmet Paşa êrişî meşvanan kirin. Li hemberî êrîşa polîsan a bi gaza îsotê, ava şid, guleya boyaxê û bombeyên gazê, meşvanan bi molotof kokteyl, kevir û fişekên hewayî bersiv dan.
Şêniyên Gazî li kolanê bend danîn û heya seatên dereng ên şevê bi polîsan re şer kirin.