Li Gavleyê êrîşên li dijî Efrînê hatin şermezar kirin

Li Gavleyê êrîşên li dijî Efrînê hatin şermezar kirin

Li bajarê Gavle yê Swêdê êrîş  û dorpêça çeteyên li dijî bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku xwe weke “Artêşa Sûriyeya Azad” binav dikin hate protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Meclisa Gelê Kurd ya li Gavleborgê hate organîzekirin. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyê bûn di destê wan de alên PYD, KCK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin hilgirtin û daxwaz kirin ku êrîşên li ser Efrîn rawestin.

Piştî deqîqeyek ya rêzgirtinê, di axaftinên ku berpirsê ciwanan û Swêdê yê PYD’ê kirîn de hate gotin ku, Kurdên li Rojava hem li dijî rejima Esad û hem jî li dijî muxalefeta ku xwe weke “Artêşa Sûriyeya Azad” binav dike helwestekî birûmet nîşan dide. Axaftinvana balkişande ser ku, ev 20 roj zêdetire gelê Efrînê di dorpêçekê de ye û diyarkirin ku, ew li gel Efrîniyên ji bo rûmet û nasnameya xwe berxwe didin in. Berxwedana biqehremanî ya YPG’ê jî silav kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a li Dijî Komkujiyê CHAK û nûnerên Partiyên Çep jî di axaftinên ku kirîn de, êrîşên li Rojava ên li dijî gelê Kurd protesto kirin. Diyarkirin ku, ew piştgiriyê didin tekoşîna PYD û YPG’ê.