Li Galler û Kanadayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Ji ber zêdebûna fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdan li Galler û Kanadayê çalakî li dar xistin.

Ji ber zêdebûna fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdan li Galler û Kanadayê çalakî li dar xistin.

CARDIFF

Ciwanên Kurd îsal tevlî konferansa partiya neteweyî ya Gallerê Plaîd Cymrû bûn, ku her sal tê lidarxistin. Ciwanan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di serî de Seroka Partiya Plaîd Cymrû Leanne Wood, j parlamenterên Gallerê yên li Parlamenta Brîtanyayê Hywell Wîllîams, gelek rayedarên partiyê li ser rewşa Ocalan hatin agahdarkirin. Rayedarên partiyê diyar kirin ku ew mijarê ji nêz ve dişopînin û di dema pêş de wê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re xurtir bikin.

Hevserokê rêxistinabûna plaîd Ifanc ku rêxistina ciwanan a partiyê ye Emyr Grûffydd jî destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd îlhamê dide hemû civak û gelên bê dewlet.

MONTREAL

Li bajarê Montreal ê Kanadayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Bi vê armancê gelek kes li navenda bajêr li hev civiyan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Montrealê ve hate organîzekirin û li ser rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.