Li Freîbûrgê bi parlementerên SPD’ê re civîn

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê heyeta ku ji NCKD pêk hatî, bi parlementerê SPD’ê Gabî Ronlland re civînek li dar xistin. Di civînê de li ser bûyerên dawî ku li Kurdistanê pêk tên rawestiyan.

Kurdistaniyên ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dijîn, bi heyeta ku ji aliyê Navnenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate organîzekirin bi parlementerê SPD’ê Gablî Rolland re civînek li dar xistin.

Heyetê têkildarî îxlalên mafê mirovan û qetlîamên ku ji aliyê AKP’ê ve li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên agahî da, dosyaya têkildarî mijarê amade kirîn jî pêşkêş kirin.

Her wiha heyetê têkildarî helwestên nerênî yên polîsên Elman ên li dijî çalakî û aktivîteyên Kurdên li Freîbûrg û derdorî wê li dar dixin jî Rolland agahdar kirin, daxwaz kir ku têkildarî helwestên polîsan bikeve nava hewldanan.

Parlementer Rolland jî diyar kir ku ji xwe mijarê dişopîne û wê têkildarî bûyeran jî bikeve nava hewldanan.