Li Freîbûrg û Marsîlyayê ji bo Ocalan çalakî
Li Freîbûrg a Elmanya û bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li Freîbûrg a Elmanya û bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanya ji bo balê bikişînin ser tecrîda û agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Damokratîk a Freîbûrg û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin gelek kest tevlî bûn.
Girseya ku li pêşiya Şaredariya Freîbûrgê kom bûn bi dirûşman qîr dikirin daxwaza dawî anîna tecrîd û bi lezgîn heyetek li gel Ocalan hevdîtinê pêk bîne kirin. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin hate bibîrxistin ku ev demeke pir dirêje ku hevdîtin bi Ocalan re pêk nehatiye, ev di aliyê gelê Kurd de fikarên mezin bi xwe re tîne û hate diyarkirin ku divê dev ji van kiryaran berdin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Faransa ciwanên Kurd ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakiya bêîtihatiya sivîl pêk anîn.
Ciwanên ku pêngava ‘Serî Hilde’ peyama “Heta agahiyek ji Ocalan bê girtin em ê li qadan bin”dan.