Çalakiyên Êlekzeran, ji bo xwendekarên dibistana amadehî bû çirûskek. Lê belê van çalakiyên xwendekaran nexasim siyasetmedar xistin nav tirsê. Xwendekar dixwazin raperîneke giştî pêk bê.
Roja Duşemê li gelemperiyê welêt derdora 200 dibistanên amadehiyê hatin bokajkirin. Ev çalakî piştî çalakiyên Êlekzeran pêk hatin û weke berdewama wan tên dîtin.
Xwendekaran piştgirî dan çalakiyên Êlekzaran û roja Sêşemê jî çalakiyên xwe domandin û bi dehan dibistan hatin blokajkirin. Marsîlya bajarê ku herî zêde xwendekar ketî tevgerê bû. Li Marsîlyayê tenê 21 dibistan hatin blokajkirin. Di dema çalakiyan de li gelek bajaran şer qewimî û li hinek bajaran seyare hatin şewitandin.