Li Fransayê xebatên ‘NA’yê didomin

Ji bo referandûma di 16’ê Nîsanê de xebatên ‘NA’yê didomin. Ji bo hilbijêrên li Fransayê karibin bi hêsanî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, hin biryar hatin girtin.

Ji bo referandûma di 16’ê Nîsanê de xebatên ‘NA’yê didomin. Ji bo hilbijêrên li Fransayê karibin bi hêsanî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, hin biryar hatin girtin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransayê Marsîlyayê xebatên referandûmê didomin. Koordînasyona hilbijartinê ya ku civîna xwe ya çaremîn li dar xistin diyar kirin ku, xwe gihandine nêzî 2 hezar berbijêran û di sê rojên dawîn ji bo ku xwe bigihînin her kesî xebatên wan didomin. Berdevkê Koordînasyonê Yilmaz Açikyuz ragihand ku, di hilbijartinê de wê li qadeke nêzî Balyozxaneya Tirkiyeyê konekî vekin. Di civînê de ji bo ku hemû berbijêr werin agahdar kirin û biçin ser sindoqan biryar hatin stendin.

PARÎS

Li Fransayê pêkhateyên Platforma Nayê ya Fransayê, beriya 27’ê Adarê ya ku wê ji bo referandûmê deng werin dayîn, li Parîsê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Daxuyaniya çapemeniyê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê hate li dar xistin û berdevkên wê bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Li hemberî şirîkatiya AKP û MHP’ê Platforma Na’yê xebatên xwe bi lez û bez didomîne. Li hemberî dîktatoriyê, Kurd, Tirk, Ermen, Çerkez, Elewî û Sunniyên ku Platforma Nayê de hatine gel hev, bi giyanê Newroz û 7’ê Hezîranê wê di 27’ê Adarê de biçin ser sindoqên referandûma 16’ê Nîsanê û wê bersiva pêwist bidin faşîzm û dîktatoriyê.

Hevberdevkan diyar kirin ku Saziya Hilbijartinê ya Bilind li gorî zagonên hilbijartinê tevnagere û li saziyên bi ser DÎTÎB’ê yên li bajarên Strasboûrg û Lyonê dixwaze sindoqan deyne û ev tişt diyar kirin: “Li hemberî operasyonên Elmanyayê yên bi ser DÎTÎB’ê, ligel îtîrazên Fransayê em şermezar dikin ku heta niha tiştek nehatiye kirin. Berbijêrên li van bajaran divê biçin dengê xwe bidin.”

Platformê diyar kir ku, di çarçoveya xebatan de, wê ji niha û şûnde li ser telefonê xwe bigihînin bi hezaran kesî, wan agahdar bikin û berê wan bidin ser sindoqan.

Xebatên kampanyaya Platforma Nayê ya li Fransayê dê wisa be:

24’ê Adarê

Li Eywana Dawetê ya Drancyê, civîna gel a bi beşdariyeke berfireh

25’ê Adarê
Meş û mîtîng
Cih: Qada Bastîlleyê
Saet:14.00

26’ê Adarê
Li Eywana Dawetê ya Evryê civîna gel a bi beşdariyeke berfireh