Li Fransayê Marcon hikûmet avakir
Li Fransayê piştî ku Emmanûel Macron hilbijartina 7’ê Gulanê ya Serokkomariyê qezenç kir û şûnde, wezîênê di kabîneyê de cih bigire ku wê heta hilbijartinekî din li ser kar bin, eşkere kir.
Li Fransayê piştî ku Emmanûel Macron hilbijartina 7’ê Gulanê ya Serokkomariyê qezenç kir û şûnde, wezîênê di kabîneyê de cih bigire ku wê heta hilbijartinekî din li ser kar bin, eşkere kir.
Navê herî girîng ê ku di kabîneya ji partiyên navend çep û rast cih digirin de, kesê ku di aliyê derdor û mijarên avahewayê de hewldanên mezin kirî û gelê Fransayê bandor kirî Nîcolas Hûlot e.
Di kabîneya nû ya hikûmet de, cih hate dayîna kesên rastgir, çep û derdoran. Ji Partiya Sosyalîsan 4, ji Partiya Çepên Redîkal 2, Ji rastgirên navendê Modem 3 û ji Komarparêzên rastgir jî 2 kes di kabîneyê de cih digirin.
11 MÊR, 11 JIN
Di hikûmeta nû de jî, ji civakên sivîl jî hene. Di hikûmetê de 11 mêr û 11 jin cih digirin. Bi vî awayî dixwaze “Astekî jor” a partiyan bide nîşandan. Serokkomar Macron, ji bo erka Serokwezîriyê rastgir Edoûrad Phîlîppe aniye.
Serokê partiya Modem a lîberal a navendî Françoîs Bayroû dîsa di kabîneyê de cih girt.
Navê kesên ku di kabîneya nû ya ku di bin serokatiya Serokwezîr Edoûard Phîlîppen a ku heta hilbijartina giştî ya 11-18’ê Hezîranê were kirin wiha ne:
Wezîrê Karê Hundir: Gerard Collomb
Wezîrê Piştgirî û Vegera Aboriyê: Nîcolas Nûlot
Wezîrê Edaltê: Françoîs Bayroû
Wezîrê Ewropa û Karê Derve: Jean-Yves Le Drîan
Wezîrê Pêkhateyên Herêmê: Rîchard Ferrand
Wezîra Piştgirî û Tenduristiyê: Agnes Bûzyn
Wezîrê Aboriyê: Brûno Le Maîre
Wezîra Kar: Mûrîelle ;Penîcaûd
Wezîrê Perwerdehiyê Jean-Mîchel Blanqûer
Wezîrê Çandê Françoîs Nyssen
Wezîrê Çandiniyê: Jacqûes Mezard
Kabîneya ku bi giştî 18 wezîr, wezîrê dewletê û alîkarê wezîr jî nav de cih digire, ji bo karê sekreteriya dewletê jî 4 kes hatin erkdarkirin.