Li Fransayê 15 Kurd hatin binçavkirin
Li Fransayê 15 Kurd hatin binçavkirin
Li Fransayê 15 Kurd hatin binçavkirin
Di operasyonên li bajarên Bordeaux û Toulouse yên Fransayê hate ragihandin ku, 15 Kurd hatine binçavkirin. Balkêşe ku ev operasyon rastî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ya Parîsê hat.
Meqamên Fransayê ku heya niha têkildarî lêpirsîna qetilkirina 3’ê jinên Kurd yên 9’ê Çileyê li Parîsê daxuyaniyekî tetmînkar nedaye, dema mijara gotinê Kurd bin operasyonên xwe didomîne.
Hate ragihandin ku, operasyon di çarçoveya lêpirsînekê ji aliyê dozgerê antî-teror bi îdîaya “Ji bo fînansekirina PKK’ê teşebusa komkirina fonê” hatiye pêkanîn.
Li gorî nûçeya AFP’ê ku spartiye çavkaniyekî nêzî dosyayê, 15 kes hatin binçavkirin. Ragihand ku, piraniya binçavkiriyan li bajarê Bordeauxê pêkhatiye. Tê diyarkirin ku, lêpirsîna têkildarî binçavkirinan di Adara 2012’an de destpê kiriye.
Ev operasyona li Parîsê balkêş bû ku, rastî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû hat. Davûtoglû îro bi Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurant Fabîus re hevdîtin pêkanî. Beriya vê jî gelek caran operasyon yan piştî yan jî beriya hevdîtinên rayedarên Tirk û Fransî pêkhatiye.
Di Cotmeha 2011’an di navbera Fransa û Tirkiyeyê de peymana hevkariya ewlekariyê hatibû kirin. Di vê peymana navbera her du welatan de, operasyonên li dijî Kurdan jî heye. Fransaya ku bi Tirkiyeyê re vekirî hevkariyê dike û têkildarî Kurdan hemû agahiyan parve dike, di nîva rojê de 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navenda Enformasyona Kurdistanê hatin înfaz kirin.
Bersûcê qatil Omer Guney ku gelek caran bi awayek gûmanbar serdana Tirkiyeyê kiriye û derket holê ku demboriya wî tariye. Heya niha hikumeta Ewropayê li hemberî êrîşên li dijî Kurdan tedbîrên baş negirtin. Tenê ji serê sale ve di serî de li Fransa û Belçîkayê li gelek welatan li dijî komeleyên Kurdan êrîş qewimîn. Hevkariya antî-Kurd yên hikumeta Fransa û Ewropayê yên li gel Tirkiyeyê cesaretê dide van êrîşan.
Ji sala 2007’an ve li Fransayê bi hincetên siyasî nêzî 250 Kurd hatin binçavkirin. Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn ku di Cotmeha 2012’an de li Parîsê hate binçavkirin û girtin, hêjan di girtîgehê de ye. Di nav de Partiya Komînîst ya Fransa û gelek partiyên çep û rêxistinên sivîl dixwazin peymana li gel Tirkiyeyê xirab bikin. Lê belê Partiya Sosyalîst ya di desthilatdariyê de heya niha têkildarî vê daxuyaniyek jî nedaye, polîtîkayên krîmînalîzyonê yên li dijî gelê Kurd yên di demê hikumeta Nîcolas Sarkozy dide berdewam kirin.