Li Fransa û Elmanyayê civînên ‘NA’ tên lidarxistin

Platforma Na ya Fransayê li Parîsê civînek li dar xist, bang kir ku li dijî hijmendiya AKP/MHP’ê dengê Na bikar bînin. Li bajrê Darmstadt ê Elmanyaê jî ji bo ‘NA’ yê hatin gel hev.

Li berbajarê Vîllîers Le Bel ê li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Platforma NA’yê ve li Navenda Çandê ya Elewiyan civîna gel hate lidarxistin. Li ser navê platfromên Yûsûf Şahîn, Nûrten Çakici û Nivîskar Îrfan Dayioglû beşdar bûn.

Takici di axaftina xwe de bang li her kesê kir ku di 16’ê Nîsanê de ji referandûma ku hişmendiya diktator a Erdogan, AKP-MHP’ê dixe dengdanê re bêjin NA.

Şahîn diyar kir ku di anketan de dengê ‘NA’ li pêş e û bang li her kesê kir ku biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.

Dayioglû destnîşan kir ku îro rewş di asta ‘Hovîtî yan azadiyê’ de ye. Dayiolû diyar kir ku dixwazin rejîmekî ditator û rejîmekî sultaniyê ve bibin, bang li her kesê kir ku biçe ser sindoqan û dengê NA bikar bîne.

Her wiha di dewama axaftina xwe de Dayioglû banga berxwedanê ya li dijî êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser Şengalê jî da, hemû êrîşên li herêmê li dijî tevgera azadiya Kurd li pişt faşîzma Erdogan heye.

DARMSTAND

Li bajarê Darmstad ê Elmanyayê li Qada Lûîzen Platz di çarçoveya xebatên refandûmê de li standa hatî vekirin daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo ‘Na’ bi ser bikevin beşdarî xebatan bibin.