Li Frankfurtê salvegera damezrandina PKK hate pîrozkirin

Kurdan û dostên wan li Frankfurt’ê salvegera damezrandina PKK pîroz kirin.

Li bajarê Frankfurt a Elmanyayê bi pêşengtiya NCKD salvegera damezrandina PKK hate pîrozkirin.

Bi sedan kes tevlî merasîma ku li salona Saalbau Grîesheîm’ê pêkhatî bûn.

Di merasîmê de li ser navê Komîteya Amadekar Mustefa Pazarcik axivî û got: “Yên ku me gihandin wê rojê di serî de Rêber Apo hemû şervanên azadiyê silav dikin. Îro li sengerên Rojava bi ruhê Kemal, Xeyrî û Egîdan li hemberî dijmin berxwe didin. Emê ala wê têkoşîna birûmet heta dawî hilgirin.”

Li ser navê KCDK-E jî Baran Munzur axivî û ev peyame da: “Tevgera PKK bi komekê hate ragihandin niha gihîştiye bi milyonan mirovî."

Nûnerekî ku li ser navê Partiya Çep tevlî merasîmê bibû got: “Divê xwedî li berxwedana Rojava derkevîn.”

Di beşa çandê ya şevê jî hunermend Azad Bedran, Hozan Seyîdxan û Silbus û Tarî derketin ser sehnê.

Her wiha sînevîzyon jî hate nîşandan.