Li bajarê Almanya Frankfurtê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coş hate pîroz kirin. Pîrozbahiya ku roja Yekşemê di demjimêr 14.00’an de li salona dewatê ya Hanau Pasa hezar û 200 kes tevlîbûn. Koma Hezex, Koma Carreng, ji Wanê Elîf Biyanî , Cewat Merwanî, Semyan Adar, Alî Baran û Ozan Rûhat di pîrozbahiyê de derketin ser dikê.
Di şahiyê de siyasetmedarê Kurd Muzaffet Ayata axaftina xwe bi gotina “Ez li ser navê Apoyiyan we silav dikim” destpêkir. Ji berxwedanvanên zîndana Amedê Muzaffer Ayat di axaftina xwe de ji kadroyên pêşeng yên PKK’ê berxwedanvanên zîndanê Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û yên din bibîr anî.
Ayata got; “Îro em bi milyonan mirov û Kurdên her çar parçeyan tên gel hev û birihetî behsa Kurdistanê dikîn, em behsa rêxistinbûnê dikin, behsa kongre û konferansa dikîn. Beriya 35 salan ev tişt nedihatin gotin û xeyal kirin.”
Weke din di şahiyê de sînevîzyonekî tekoşîna azadiya Kurd vedigot hate pêşkêş kirin.