Li Floransayê li dijî tecrîdê civîna çapemeniyê hate lidarxistin

Li bajarê Îtalya Floransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin, berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silav kirin.

Endamên meclîsa bajêr a Floransa ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Civîna çapemeniyê li Meclîsa Eyaleta Toscana pêk hat, Endama Meclîsa Partiya Çepgir Donella, li ser navê Tevgera Hêza Gelan Mîryam Amato û li ser navê Komîteya Kurdistan Erdal Karabey beşdar bû.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser şerê AKP’ê yê li dijî gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd. Beşdarvanan piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd diyar kirin û gotin ku divê Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan.

Di civinê de berxwedana li Rojava weke “Pêngava Mirovahiyê” hate nirxandin û hate gotin ku tecrîda li ser Ocalan li tu derên cîhanê nîne.

BANGA BEŞDARBÛNA MEŞÊ HATE KIRIN

Di civînê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş û greva li Strasboûrgê jî hate nirxandin û ji bo meşa mezin a 16’ê Sibatê ya li Romayê banga beşdarbûnê hate kirin.

Gelek desteyên weşanê yên li welat daxuyaniya çapemeniyê şopandin.