Li FIFA'yê gumanên li ser cihdayîna Rûsya û Qatarê dewam dikin
Li FIFA'yê gumanên li ser cihdayîna Rûsya û Qatarê dewam dikin
Li FIFA'yê gumanên li ser cihdayîna Rûsya û Qatarê dewam dikin
Ji bo îdîayên ku dibêjin Yekîtiya Federasyone Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) bi awayekî 'derveyî pîvanan' di organîzasyonên kûpa cîhanê yên 2018 û 2022'an de cih daye Rûsya û Qatarê, hînê bersiveke têrker nehatiye dayîn.
FIFA'yê rapora li ser spekulasyonên der heqê cihdayîna Rûsya û Qatarê di organîzasyonên kûpa cîhanê de hat amadekirin, bi raya giştî re parve nekir. Vê yekê jî rê li ber nîqaşan vekir. Serokê FIFA'yê Joseph Blatter, rapora ji aliyê Serokê Komîsyona Etîkê Hans-Joachim Eckert ve hat amadekirin, li gel hemû daxwazan jî red kir ku detayên wê aşkera bike.
Di rapora ku naveroka wê nehat aşkerakirin de hatibû îdîakirin, ku di wergirtina biryar ali ser pêkahatina kûpayên cîhanê yên 2018 li Rûsya û 2022 li Qatarê de, 'rewşek li dijî pîvanan' nîne.
Gelek welat li dij derketibû ku kûpalyên cîhanê yên dema pêş li Rûsya û piştre jî li Qatarê bên lidarxistin. Di nava îdîayan de, bertîla rayedarên Qatarî ya ji bo nûnerên FIFA'yê jî hebû. Qatar, bi taybetî ji ber mercên giran ên karkerên koçber bi rexneyên tund hat rojevê. Hem Rûsya hem jî Qatar di mijara binpêkirina mafên mirovan de tên rexnekirin.